
ROJEVA 07'Ê COTMEHA 2025'AN
- 09:00 7 Cotmeh 2025
- Rojev
* Rojnamegerên jin derbarê 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de axivîn û Gurbetellî Ersoz bi bîr anîn gotin: "Gurbetellî Ersoz li Tirkiyeyê yekem Gerînendeya Giştî ya Rojnameyê ye. Bi taybetî ji bo me ango rojnamegerên jin girîng e. Ev yek jî îlhamê dide me." BI DÎMEN
*Di salvegera 10'emîn a Komkujiya Garê ya 10'ê Cotmehê de, Elîf Ozdemîr a ku ligel keça xwe bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bû got,, "Gelo aştî bêyî rûbirûbûna bi komkujiyan re mimkun e?" DÎMEN HEYE
* Piştî ku N.Y., li cihê karê xwe yê Ray Beton ji aliyê patronê xwe S.A. ve destdirêjî lê hat kirin û gilî kir, derket holê ku sûcdar li heman cihê kar derstdirêjî li gelek jinan kiriye. DÎMEN HEYE
*Jinên ku di meşa bi şîara "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" de li her nuqteyê daxwazên xwe berz kirin, diyar kirin ku ew ji peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir kêfxweş bûne û gotin ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. DÎMEN HEYE
*Hevseroka Bajarê Îzmîrê ya DEM Partiyê Fulya Erdogan, tekez kir ku bersiva herî mezin a li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parastina aştiyê ye û banga beşdarbûna meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de wê li Îzmîrê were lidarxistin kir. DÎMEN HEYE
*Di çalakiyekê de ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve ji bo balkişandina ser karên jinan hate lidarxistin, jinan karên xwe yên destan nîşan dan, hevgirtin hem di warê aborî û hem jî di warê civakî de pêş xistin. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, gotın divê ku şaredarî xebatên xwe yên bi vî rengî zêde bike û gotin, "Divê jin ji malê derkevin, tevli jiyanê bibin û xwe fêrî kar bikin." DÎMEN HEYE