Meşvanên Azadiyê:Heta Birêz Ocalan azad nebe em jî azad nabin
- 20:41 3 Cotmeh 2025
- Rojane
RIHA - Meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ku ji aliyê TJA ve ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, gihişt Dîlokê. Meşvanan gotin: “Heta ku Birêz Ocalan azad nebe em jin jî azad nabin.”
Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşma "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amed heta Enqerê hatiye destpêkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, di roja xwe ya sêyemîn de bi coşeke mezin berdewam dike. Jin di roja sêyemîn de hiştin Dîlokê. Mevşan bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin û li navçeya Şahînbey li taxa Vatan meşiyan.
Dayikên Aştiyê bi pankart û kulîlkan meşvan pêşwazî kirin û piştre li ber stranên Kurdî govend gerandin.
Parlamentera Partiya Kedê Sevda Karaca axivî bang li jinan kir û got: “Werin em bi hev re deriyên çareseriyê vebikin. Em bi hev re aştiyê ava bikin. Hûn hemû bi xêr hatin. Ne tenê jinên Kurd ji her alî jin mifteya çareseriyê ne. Werin bi hev re deriyên çareseriyê vebikin.”
Huly aAlokmen ya TJA’yî banga mezinkirina têkoşînê kir û wiha domand: “DAxwaza me azadiya Birêz Ocalane. Heta ku Birêz ocalan azad nebe em jin jî ne azadin. Jin bi saya Birêz ocalan heta îro hatine. Birêz Ocalan jiyana xwe da se azadiya jinan. Ji ber vê daxwaza me ya herî mezin azadiya Birêz Ocalane.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û wiha got: “Ji bo em îradeya xwe nedin dewletê em li virin. Em îro ji bo demokrasiyê, ji bo aştiyê ji bo êş neyên jiyîn dimeşin.Ji bo gel ligel hev bin em dimeşin. Divê di serîde mafê gelê Kurd û hemû gelan bê dayîn. Divê hiqûqek, desturek bingehîn ya me hemûyan dihewîne hebe.”