Bi Hilweşandina Dogmatîzma Kirdeyî û Nesneyî, Firîna li Kêleka Kendalan

  • 09:04 3 Cotmeh 2025
  • Jineolojî
"Pergala qirkirinê ya bi parçebûna Kurdistanê a bi Lozanê re, hîmê çaresereya înkarker a netewî ava dibe. Piştî Lozanê polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê dikevin dewrê. Ev li ser înkara hebûna Kurdan bi teşe dibe. Ji qirkirina fîzîkî bigirin heta ya çandî, aborî, perwerde û ekoljiyê ketiye jiyanê."
 
Husna Emek 
 
Nêzîkatiya teorîk, ku ji rastiyên fetişker û materyalîst ên xav (wek netewe, ol, dewlet, welat) û dogmayên pozîtîvîzmê derbas dibe; di navbera dîrok û roja îroyîn de girêdanek diyalektîk a hevbeş ava dike; hêza çandî û civakî ya exlaq û ol, edalet û wijdanê vediguherîne dewlemendiya çareseriyên demokratîk, ji bo civaka Rojhilat rê li ber vebijarkek guncavtir vedike. 
 
Neteweya demokratîk, welatê hevpar, komara demokratîk, destûra bingehîn a demokratîk, çareseriya demokratîk, yekîtiya maf û azadiyên takekesî û kolektîf, serxwebûn û azadiya îdeolojîk, dîrokbûn û roja îro, exlaq û wijdan û prensîba parastina rewa nêzîkatiyên prensîbî yên bingehîn pêk tînin. Çarçoveya têgehî, teorîk û sazûmanî ya ku wekî stratejiyeke çareseriyê tê pêşkêşkirin, armanc dike ku pevçûna Tirk-Kurd li Tirkiyeyê bi dawî bike û çareseriyeke demokratîk li ser bingeha wekheviya gelan pêk bîne. Ev stratejî ji bo Tirkiyeyê, her wiha beşên din ên Kurdistanê, tevî Iraq, Îran û Sûriyeyê jî derbas dibe. Li ser bingeha çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd, ew wekî projeyek çareseriyê û perspektîfek ji bo tevahiya Rojhilata Navîn şênber dibe.  
 
Prensîba çareseriya demokratîk di nav prensîbên bingehîn ên modela çareseriyê de ye. Ligel dewletbûnê,  modelek civaka demokratîk esas tê girtin. Her çend ev prensîb balê dikişînin ser guhertina dewletê jî, ew di heman demê de girîngiyê didin guhertin û veguherîna civakî, rêxistin û balkişandina ser demokratîkbûnê. Ew xet û siyasetek sosyalîzma demokratîk e ku li ser rêveberiya civakî ya demokratîk hatiye avakirin, ne ku dewlet an hikûmetê hedef digire. Di teorî û prensîba çareseriya demokratîk de, erkê dewletê ew e ku azadiyan bi rêya destûrek demokratîk misoger bike. Ev jîngeha aştiyane wekî pêşbaziyek dijwar tê pênase kirin ku bi riya wê civakek demokratîk dê pêş bikeve û xurt bibe. Serkeftina civakek demokratîk di vê pêşbaziyê de bi rêya ku ew ber bi neteweya demokratîk û rêxistina konfederal a demokratîk ve digire ve girêdayî ye.  
 
Di esasa teoriya çareseriya demokrtîk de li Kurdistanê teşeyên çareseriyê yên ketine jiyanê di nexşerê de di bin sê sernavan de kom dibin. Teoriya dewletî û çareseriya netewe-dewletê, du rêbazan esas digire. Ya yekemîn çareseriya înkarker a neteweyî ya hegemonya modernîteya kapîtalîst ya din jî wek çareseriya netewe-dewlet a federalîst a Kurd bi teşe dibe. Pergala qirkirinê ya bi parçebûna Kurdistanê a bi Lozanê re, hîmê çaresereya înkarker a netewî ava dibe. Piştî Lozanê polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê dikevin dewrê. Ev li ser înkara hebûna Kurdan bi teşe dibe. Ji qirkirina fîzîkî bigirin heta ya çandî, aborî, perwerde û ekoljiyê ketiye jiyanê. 
 
Ev polîtîkaya ku dewletên herêmê yên mêtînger pêk anîne ji hêzên hegemonîk ên global serbixwe pêk neanîne bi hevkarî ev polîtîka pêk anîne. Piştî yekemîn şerê cîhanê bi peymanên navneteweyî ev hevkarî hatiye  meşandin. Erdnîgariya Kurdistanê li çar parçeyan, ya Ereban li 22 dewletan veqetandine. Li ser her parçeyeê polîtîka netew-dewletê serdest bûye.  
 
Li Bakurê Kurdistanê di 1397’an de Serhildana Dêrsîmê, li Rojhilatê Kurdistanê di 1946’an de Komara Mahabadê ya Kurd, li Başûr berxwedana Mele Mustafa Barzanî êrîş pêk hatin û ev êrîş û qirkirin bi Halepçe û Enfalê berdewam kirin. Komkujiyên li hember têkoşîna azadiyê û gel berdewam kirine. 
 
Polîtîka tundî û çewisandinê ya li parçeyekî pêk tê li ser parçeyên din jî çewisandinê dihewîne. Wek berhema serdestî û binpêkirinê ya zîhniyeta desthilatdarî û dewletan di dewrê de tên hiştin. Di roja îro de jî ev zext li ser gelan jinan tê meşandin. Abdullah Ocalan di parêzname û gelek nirxandinên xwe de diyar dike ku netew-dewlet ji bo hêza xwe bidomînin serdestiya xwe bidomînin gelan tîne hember hev û bikar tînin û lîstikên koployê lîstine. Ji bo ku ji vê pozîsyonê bê derketin, xet û projeya çareseriya demokratîk ferz e. 
 
Teşeyê çareseriyê ya dewletparêz ya duyemîn wek netew-dewlet a federalîst a Kurd ketiye dewrê û li Başûrê Kurdistanê ev model bi teşe bûye. Tevî ku bi xeta çareseriya demokratîk re lihev nekriye, çarseriyeke pirsgirêka nasnameyê ya netewî, çandî û civakî nahewîne. Li şûna çareseriya xwe dispêre azadî û xweseriya civakî, teşeyê îdareya dewletî li ser navê Kurdan pêk hatiye. Şerê Korfezê yê 1991’ê, piştre jî mudxaleya DYA’yê ya li hember Iraqê ya di 2003’yan de û xistina Saddam û têkçûna netew-dewletê ya li Rojhilata Navîn pêk hat bi bandor bû. Polîtîka înkar û îmhayê vediguhere hevkariyê. Li şûna çareseriyê kaos û krîz giran kirin û hêz dan ferzkirinên neçareseriyê. Ev tespîta demên azadiyê yên hatine windakirinê ne. 
 
Hêzên hegemonîk wek DYA’yê; armanc û şertên hevkariya wan ên di alî Kurdan de hîn baştir dikarin bên fêmkirin; 
 
*Berxwedana sî salên dawî ya tevgera azadiya Kurd; 
 
* Ji ber ku ew ji serkeftina demdirêj a çareseriyên dewleta neteweyî yên faşîst ên herêmî ne piştrast in û ev çareserî ji bo bicihbûna wan li herêmê ne guncav in, 
 
* Ji bo girêdan û pêşxistina dewletên neteweyî yên herêmî û hêmanên din ên modernîteyê, 
 
* Hêmanên modernîteya kapîtalîst a Kurd jî hem ji ber ku polîtîkayên wan ên hevkar ên kevneşopî bi têra xwe hatine eşkerekirin û hem jî ji ber ku ew êdî nikarin berjewendiyên xwe bicîh bînin, bi zehmetiyan re rû bi rû ne, 
 
* Ji bo nirxandina wê ne tenê wekî veguherînek burjuva ya herêmê, lê di heman demê de wekî veguherînek burjuva ya çîna hevkar li tevahiya Kurdistanê jî, 
 
* Dikare were gotin ku biryardariya ku hegemonya cîhanî dê vê modela çareseriyê ji bo berjewendiyên xwe pir guncavtir bibîne wekî modelek ku divê li seranserê Rojhilata Navîn were bicîhanîn, wekî stratejiyek demdirêj û pêbawer ji bo Kurdan û herêmê hatiye destnîşankirin. 
 
Nîşe: Beşa çaremîn a nivîsê hefteya pêş wê bê weşandin.