ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2025'AN

  • 09:00 3 Cotmeh 2025
  • Rojev
 
* Seroka Giştî ya Baskê Jinan a Partiya Saadetê Nurgul Beytiye Ekîncî pêvajoya aştiyê  nirxand û got ku aştî bi mutabakatek civakî pêkane, jinan di vê pêvajoyê de bi keda xwe aştî hûnandine. Beytiye Ekîncî wiha anî ziman: “Bêyî zelalbûnê jin jî partiyên siyasî jî nikarin bi bandor tevli pêvajoyê bibin.” DÎMEN HEYE 
 
* Pergala qirkirinê ya bi parçebûna Kurdistanê a bi Lozanê re, hîmê çaresereya înkarker a netewî ava dibe. Piştî Lozanê polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê dikevin dewrê. Ev li ser înkara hebûna Kurdan bi teşe dibe. Ji qirkirina fîzîkî bigirin heta ya çandî, aborî, perwerde û ekoljiyê ketiye jiyanê. JINEOLOJΠ
 
* Li Mêrdînê gorî rapora der barê tundî û rêbazên têkoşînê ya li dijî tundiyê hatiye amadekirin de, derket holê ku jin tundiyê pir caran wek tundî nabînin. Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn diyar kir ku li dijî zextên mêran piştevaniya jinan her diçe xurt dibe. BI DÎMEN 
 
* Nagîhan Akarsel. Yek ji mirovên herî xweş a serdemê ku jiyana xwe da ser têkoşînê û berxwedanê. Li heqîqetê geriya, lêgerîna heqîqetê vegot. BI DÎMEN