‘Divê kurdî bibe zimanê fermî’

  • 09:04 27 Îlon 2025
  • Rojane
Neslihan Kardaş 
 
WAN - Hevseroka Komeleya Melayan Esma Alici der barê girîngiya zimanê dayikê de axivî û got: “Di çaremîn ayeta Sureya Îbrahîm de têgotin ku her pêxember bi kewmê xwe re bi zimanê xwe diaxive. Ev jî tê wateya ku divê zimanê dayikê yê gel neyê astengkirin. Berovajî tiştê ku Kuranê Kerîm de tê vegotin, tên kirin. Divê êdî zimanê kurdî bibe zimanê fermî ku em di vê pêvajoyê de bi hev bawer bikin.”
 
Bi pêvajoya nû ya li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin re Gelê Kurd ji bo statuya zimanê xwe, perwerdehiya bi zimanê dyaikê daxwazên xwe tînin ziman. Dema perwerdehiya nû dest pê kir û bi vê demê re gel daxwazên xwe bi çalakî û bernameyan tînin ziman.
 
Hevseroka Komeleya Melayan Esma Alici û rêvebera KURDÎGEH’ê Evîndar Akbulut der barê girîngiya ziman de nirxandin kirin.
 
‘Divê zimanê me bê qebûlkirin’
 
Hevseroka Komeleya Melayan Esma Alici da zanîn ku pêvajoyeke ku ji 27’ê Sibatê de ye didome heye û di vê pêvajoyê de girîngiya ziman zêdetir derketiye pêş. Esma Alici wih agot: “Gelek ancax bi zimanê xwe dikarin heyî bikin. Her mirov her gel xwe bi çand, ziman nas dike û pêş dixîne. Niha hewcedariya herî mezin a gel zimane. Divê ziman azad be û bê qebûlkirin. Hebûna gel li ser ziman ava dibe. Lê em dinêrin îro atengî hene. Ev astengî ne tenê pirsgirêka gelê Kurd ya hemû gelane. Qedexekirina zimanekî ji bo hemû gelan kêmasiye. Divê her kes li vê baldar be, xwedî li  zimanê xwe derkeve.”
 
‘Divê bibe zimanê fermî’
 
Esma Alici di berdewamiyê de wiha vegot: “Pergal xwe li ser ziman, çand û ola gel dide meşandin. Lê em dinêrin tiştekî li gorî ol bimeşe tuneye. “Di çaremîn ayeta Sureya Îbrahîm de têgotin ku her pêxember bi kewmê xwe re bi zimanê xwe diaxive. Ev jî tê wateya ku divê zimanê dayikê yê gel neyê astengkirin. Berovajî tiştê ku Kuranê Kerîm de tê vegotin, tên kirin. Divê êdî zimanê kurdî bibe zimanê fermî ku em di vê pêvajoyê de bi hev bawer bikin. Divê her kes ji boz iman rabe ser piyan û xwedî li ziman derkeve.”
 
‘Zimanê me pîroz e’
 
Rêvebera komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Evîndar Akbulut jî axivî û got: “Çawa ku welat û ax ji bo gelan pîroz e, ziman jî pîroz e. Ji bo me Gelê Kurd jî zimanê me pîroze. Divê perwerdehiya bi kurdî bê dayîn, statu bê dayîn. Bi salan e asîmîlasyon tê meşandin. Dixwazin zimanê me tune bikin. Tunebûna zimanê kurdî tê wateya tunebûna jin, gel û ciwanên Gelê Kurd. Yanî bi vî awayî dixwazin gel tune bikin. Gelê Kurd dixwaze xwe bi zimanê xwe îfade bike. Di komîsyonê de dema dayikên aştiyê bi kurdî diaxivin hatin astengkirin. Asîmîlasyon û qedexe didomin. Heta ku ev bidome wê pêvajo bi sernekeve. Divê statu ji bo kurdî bê dayîn. An jî tu alternatîf têr nakin.”