
‘Ji bo welatekî demokratîk divê mafê hêviyê pêk bê’
- 09:08 27 Îlon 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê biryara "Mafê hêviyê" ya KWKE’ê da û diyar kirin ku mafê hêviyê ji bo jin û gelên bindest mafekî jiyanî ye.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din di 18’ê Îlonê de da. Komîteyê ku dema berê ji bo avêtina gavan salek dem dabû Tirkiyeyê, careke din heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. KWKE heta hezîrana 2026’an ji Tirkiyeyê gavek şênber dipê.
Jinan bertek nîşanê biryara KWKE dan û diyar kirin ku divê demildest biryar pêk bê.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan da zanîn ku biryara mafê hêviyê ne biryareke ku nû hatiye dayînê û got di 2014’an de biryar hatiye dayîn û şopandina wê jî ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê kirin. Kadriye Dogan wiha got: “Îsal xistin rojeva xwe û mixabin pêk nehat û ji nû ve dem hat dayîn. Birêz Ocalan bang li Komîteya Wezîran kir û ji mafê hêviyê wêdetir rêgeza mafê hêviyê xist rojevê. Yanî bang kir ku li gorî rêgezên xwe tevbigerin. Ev bang girîng bû. Em hêvîdarin ku ev maf bêdayîn. Divê em daxwzên xwe bînin ziman xwe rêxistin bikin. Abdullah Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir û got divê daxwaza demokrasiyê bê bilkindkirin. Divê ji bo temamkirina pêvajoyê em berpirsiyariya cidî bigirin ser xwe.”
‘Divê Abdullah Ocalan bi gelê xwe re bê gel hev’
Kadriye Dogan diyar kir ku yên di hawira pevçûn û girtîgehan de herî zêde zehmetiyan dikşînin jinin û got: “Li zindanan jiyan ji bo jinan zehmetire. Mafê hêviyê mafê hemû girtiyane. Lê hewcedariya jinan ji ya her kesî zêdetir pê heye. Divê birêz Ocalan demildest bi gelê ku pêşengiyê jê re dike bê gel hev. Divê rêgeza mafê hêviyê bikeve jiyanê. Divê Komîsyona li meclîsê Birêz Ocalan guhdar bike û dengê xwe bi cîhanê re bîne gel hev.”

‘Em hemû hêviyê dipên’
Hevseroka şaxa DAD a Îzmîrê Nebat Çelîk jî pêkanîna mafê hêviyê dereng ketiye û divê ev maf ji bo hemû girtiyên siyasî pêk bê û wiha domand: “Girtina vê biryarê di alî demokrasiyê Tirkiyeyê de girînge. Bêyî sûc gelek girtî girtîne. Pêkanîna mafê hêviyê ji bo wan girîng e. Divê demildest bikeve jiyanê. Di serî de Îmrali, divê hemû girtî ji vê fêdeyê bigirin. Em hemû mafê hêviyê dipên.”
Endama şaxa DAD a Îzmîrê Semra Acar jî destnîşan kir ku di têkoşîna Elewiyan de mafê hêviyê gelek bi nirx e û ev tişt anî ziman: “Ji bo mirovahî ji bo welatekî demokratîk pêkanîna mafê hêviyê girîng e. Divê ji bo mirovên li girtîgehan ev maf bê dayîn. Baweriya min heye ku wê elewî piştgiriyê bidin. Biryara Konseya Ewropayê di vî alî de bi nirxe lê mixabin biryar pêk nayê. Ev jî binpêkirin maf e. Ji bo welatekî demokratîk divê mafê hêviyê pêk bê.”