
35 jinên Meksîkayî ji bo 'Mafê Hêviyê' çalakî kirin
- 11:17 16 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 35 jinên Meksîkayî ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re, bi armanca balkişandina ser mafê hêviyê di 15'ê Îlonê de dest bi çalakiyekê kirin ku 2 rojan dewam bike.
Jinên ku di çarçoveya pêngava Azadî ji Rêber Apo re beriya niha gelek kampanyayên îmzeyan lidar xistin, vê carê çalakiyeke hîn afirîner dan destpêkirin. Beşdaran hest û fikrên xwe yên li ser Rêber Apo bi gotinekê li kaxizekê nivîsîn û piştre jî ev gotin veguherandin helbesteke hevpar.
Jinan her wiha bi rêya qenalên ragihandinê yên tevgerên xwe, piştî nîvro bi daxwaznameyekê kampanya mailê dan destpêkirin.
Helbesta hevpar û daxwazname ji Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Meksîkayê, Konseya Ewropayê û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re tê şandin.
Êvara Sêşemê jî bi beşdariya derdorên cuda kampanya tê berfirehkirin.
Ji çalakgeran 3 jinan helbesta amadekirin bi dîmenekî parve kirin. Çalakî wê sibeha 17'ê Îlonê bi dawî bibe.
Daxwaznameya ku ji saziyên fermî re tê şandin bi vî rengî ye:
"Ji xaka ku weke Meksîkayê tê zanîn.
15'ê Îlona 2025
Ji Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa û Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re.
Weke jinên li Meskîkayê têdikoşin, ji bo mafê hêviyê ji lîderê gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê naskirin û bê berdan em ji we daxwazê dikin.
Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û ji bo Abdullah Ocalan ji gelê xwe re tevlî lêgerîna çareseriyeke wekhev û siyasî bibe divê azad bibe, lewma em bi vê helbestê dengê xwe digihînin we."