
Werîşe Muradî: Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ manîfestoya jiyana azad e
- 12:34 16 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku di girtîgeha Îranê de ye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi wesîleya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û despêkirina şoreşa "Jin, jiyan, Azadî" nameyek nivîsand.
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî bi wesîleya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û despêkirina şoreşa ‘Jin, jiyan, Azadî’ nameyek nivîsî.
Werîşe Muradî di nameya xwe de dibêje:
“Ev şoreş ne tenê teqîneke hêrsa kolanane, lê belê îfadeya daxwazên kûr ên ji bo azadî, dadperwerî û avakirina têkiliyên civakî ye. Nabe mirov vê rojê tenê wek bîranînekê bigre des, divê bibe manîfestoya jiyanek azad.
Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mijara jinê wek hêmana sereke ya şoreşê destnîşan kiriye. Ispat kiriye ku bêy nûnertiya jinan, tu şoreşek derfeta wê ya guhertina demokratîk a di civakê de nepêkane. Her wiha zext û cezayên darvekirinê ku hikûmeta Îranê li girtiyên jin ên siyasî dibire, tolhildaneke sîstematîk a vê şoreşê ye.”