
ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2025'AN
- 09:00 14 Îlon 2025
- Rojev
* Li Îranê 3 sal berê Jîna Emînî hat qetilkirin û piştî vê serhildana "Jin jiyan azadî" ya hat destpêkirin, rihê civakî ava kir û îro jî hemû jinên cîhanê berbi têkoşîna azadiyê ve dibe.
*Endama ÎKP’ê Nîhal Demîr diyar kir ku tundiya mêr a her diçe zêde dibe ji polîtîkayên desthilatdariyê pêk tê û der barê çareseriyên li dijî tundiya li ser jin, zarokû xwezayê axivî û got: “Ji bo tundî bigdawî bie divê jin tevli pêvajoya aştiyê bibin. Jin tevli pêvajoya aştiyê bibin wê, pêşî li tundiyê bigirin.” BI DÎMEN
*Bi pêvajoya nû ya li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn hatiye despêkirin re, yek ji daxwaza herî esas a Gelê Kurd perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Aslan der barê pêvajoyê de axivî û got perwerda bi zimanê dayikê êdî ji daxwazê derketiye û ferz bûye. BI DÎMEN