
‘Jin jiyan azadî’ jinan ber bi têkoşîna azadiyê ve dibe
- 09:04 14 Îlon 2025
- Rojane
Semîha Alankuş
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 3 sal berê Jîna Emînî hat qetilkirin û piştî vê serhildana "Jin jiyan azadî" ya hat destpêkirin, rihê civakî ava kir û îro jî hemû jinên cîhanê berbi têkoşîna azadiyê ve dibe.
Di ser qetilkirina Jîna Emînî ku li Îranê hat qetilkirin de sê sal derbas bû. Li pey xwe berxwedanek, rihê serhildaneke civakî hişt. Jîna Emînî ku ji bajarê Seqiz a Rojhilat e, di 13’yê Îlona 2022’yan de li paytexta Tehran a Îranê ji aliyê devriyeyên Îrşad ku bi navê "Polîsên ahlaqê" tên zanîn, bi hinceta "Laçika xwe rast nedaye serê" hat binçavkirin.
Piştî hat binçavkirin bi awayekî hişê wê ne li serê wê rakirin nexweşxaneyê û di 16’ê Îlona 2022’yan de jiyana xwe ji dest da. Merciyên Îranê, îdia kirin ku sedema mirina Jîna Emînî "krîza dil e". Lê malbat û gelek şahidan diyar kirin ku di dema binçavkirinê de polîsan îşkence li Jîna Emînî kirine.
Piştî qetilkirina Jîna Emînî, serhildaneke ku bi taybet bi pêşengiya jinan hat destpêkirin û demek kurt de li welat belav bû destpê kir. Dirûşmeya "Jin jiyan azadî" ya li ser gora wê hat berzkirin, li Rojhilat, Îran û hemû cîhanê di çalakiyan de bû gotina efsûnî. Ev dirûşme veguherî xeta ku riya têkoşîna jinan diyar dike. Li her derê di meş, çalakî û kampanyayên jinan de bû îlham. D nava demê de navê wê bû yek ji sembolên têkoşîna azadiya jinê. Heman demê de yek ji berxwedêra li dijî qirkirina jinê jî tê bîranîn.
Çalakiyên pêk hatin
Di 16’ê Îlona 2022’yan de piştî ku hat daxuyanin ku Jîna Emînî jiyana xwe ji dest daye, li ber Nexweşxaneya Tehranê qelebalixek mezin hat gel hev. Dîsa di merasîma cenazeyê ya li Seqizê, reviyên ewil yên serhildanê hatin pêxistin. Jinan laçikên xwe derxistin, li ser gorê dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Di meha Îlon û cotmehê ya 2022’yan de li hemû bajarên Rojhilat, seranserê Îranê ji Tehranê heta Meşhebê, Tebrîz, Kirmanşah, Îsfahan û Şîrazê serhildan belav bûn. Bi mîlyonan kes daketin qadan, jin û ciwanan ji serhildanan re pêşengî kir.
Li dijî çalakiyên li Rojhilat û Îranê hatin destpêkirin di mijara 2022’yan de hikûmeta Îranê ji bo serhildanan biçewisîne zext û êrîş zêde kirin. Hema hema li hemû bajaran înternet hat sînorkiin, ligel binçavkirinan bi çekan êrîşê çalakiya kirin. Di van êrîşan de bi hezaran kes hatin qetilkirin. Ev qetilkirin ji aliyê gelek sazî û dezgeyan ve hatin komkirin û rapor hatin amadekirin.
Serhildanên hatin destpêkirin di sala 2023’yan de jî di serî de zanîngehan, karker û kedkaran bi grevan çalakî berdewam kirin. Jinan mohra xwe li hemû çalakiyan dan.
Sala borî jî Jîna Emînî bû sembola hemû çalakî û bernameyan. Ji Parlamentoya Ewropayê (PE) heta Neteweyên Yekbûyî (NY), bû rojeva gelek sazî û platforman.
Guherîna di tevgera jinan de kir
Piştî qetilkirina Jîna Emînî, jinên Rojhilat û Îranê li dijî zextên li ser wan, hêrsa xwe qîriyan û dîwarên tirsê hilweşandin. Jinan laçikên xwe avêtin, porê xwe birîn. Bi vî awayî di eniya pêş a çalakiyan de girtin, ji bo hemû civakê bûn îlham û çavkaniya wêrekiyê.
Jinên Kurd, Azerî, Fars, Beluc û gelek baweriyê din yên li Îranê dijîn, hatin gel hev û yekem car di têkoşîneke hevpar de hatin gel hev. Dirûşmeyên "Jinên Kurd ne tenê ne", "Jin jiyan azadî" bû nîşaneya têkoşîna hevpar a jinan.
Veguherîna mêran
Di navenda çalakî û serhildanên li Rojhilat û Îranê de hebûna jinan, pêşî li veguherîna mêran jî vekir û mêr jî tevli pêvajoyê bûn. Dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" yên jinan berzkirin, pêşengiya jinan a di serhildanan de, zimanê hemû aliyan yên ji dest hilatdariyê nerehet, guhert.
Tevî hemû zextên desthilatdariyê ya li ser jin û civakê, jinan şûnde gav navêjin. Berovajî vê bi tevgera jinan a cîhanê re di rih û xeta berxwerdanê ya hevpar de hat gel hev û têkoşîna xwe didomîne. "Jin jiyan azadî" hemû jinan berbi têkoşîna azadiyê ve dibe. Têkoşînek global roj bi roj mezin dibe.