ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-14 09:00:00     * Li Îranê 3 sal berê Jîna Emînî hat qetilkirin û piştî vê serhildana "Jin jiyan azadî" ya hat destpêkirin, rihê civakî ava kir û îro jî hemû jinên cîhanê berbi têkoşîna azadiyê ve dibe.   *Endama ÎKP’ê Nîhal Demîr diyar kir ku tundiya mêr a her diçe zêde dibe ji polîtîkayên desthilatdariyê pêk tê û der barê çareseriyên li dijî tundiya li ser jin, zarokû xwezayê axivî û got: “Ji bo tundî bigdawî bie divê jin tevli pêvajoya aştiyê bibin. Jin tevli pêvajoya aştiyê bibin wê, pêşî li tundiyê bigirin.” BI DÎMEN    *Bi pêvajoya nû ya li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn hatiye despêkirin re, yek ji daxwaza herî esas a Gelê Kurd perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Hevseroka KURDÎGEH’ê Arîfe Aslan der barê pêvajoyê de axivî û got perwerda bi zimanê dayikê êdî ji daxwazê derketiye û ferz bûye.  BI DÎMEN