
ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2025'AN
- 09:00 6 Îlon 2025
- Rojev
*Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Dîlan Can diyar kir ku wê li dijî polîtîkayên şer ên li Kurdistanê kampanyaya kon û nobetên şevê bidin destpêkirin û wiha vegot: “12 hevalên me ji ber der barê hişbir û fuhuşê de belavok belav kirin û têkoşîn dan hatin binçavkirin. Lê ciwan li her derê têkoşînê dimeşînin. Em ê bi berxwedanê şerê taybet bi dawî bikin.” DÎMEN HEYE
*Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan da zanîn ku "Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon" mifteya çareseriyê ye û wiha got: “Divê civak di vê esasê de xwe rêxistin bike û daxwazên xwe bîne ziman.” BI DÎMEN
*Malbata karkerê ku li Nîgdeyê di encama êrişa nîjadperest de bi giranî birîndar bû û dermankirina wî didome, diyar kir ku divê êrîşkar bên daqrizandin û gotin: “Ji ber Kurd bûn êrîş kirin. Em ê doz ê vebikin û dixwazin bên darizandin.” BI DÎMEN
*Li gorî daneyên ajansa me di meha Tebaxê de 28 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Mirina 25 jin û 7 zarokan jî bi guman e. ÇETELEYA TUNDIYÊ
*Rojnameger Ozgur Serhat der barê salvegera rojnameya Serxwebûnê de axivî û got Serxwebûn yek ji bîra girîng a têkoşîna azadiya Kurde û got: “Serxwebûn serpêhatiya berxwedana azadiyê ya gelê Kurd e.” BI DÎMEN
*Ji Însiyatîfa Ji Nanayê re Azadî, Derya Sever der barê Nanaxanim Babazade ku ji ber sîxurî qebûl nekir hat binçavkirin û 15 roje li GGM’ê tê girtin de axivî û got: “Nana vegere Azarbaycanê rîska jiyana wê heye. Ji bo neyê şandin doz hat vekirin. Biryardayîn dibe ku 6 mehan bidome. Divê em ji bo Nana û hemû penaberan bi hev re têbikoşin.” BI DÎMEN