ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2025'AN

  • 09:00 27 Tebax 2025
  • Rojev
 
* Pinar Yilmaz, 31 sal in ji bo bavê xwe Necmî Çaçan ê ku di encama îşkenceya giran jiyana xwe ji dest da têkoşîna darizandina kujeran dide û bal kişand ser pêvajoyê û got: "Muxatabê sereke yê pêvajoyê Birêz Ocalan e. Em baweriya xwe pê tînin." BI DÎMEN 
 
* Jinên ku di 23'yê Tebaxê de li Wanê beşdarî mîtînga bi dirûşma "Azadî dê bi ser bikeve, ne tecrîd" bûn, derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gotin: "Heta ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin û girtiyên siyasî neyên berdan aştî çênabe." BI DÎMEN 
 
* Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş li ser rola pêşeng a jinan di pergala nû ya derketî de got: "Şoreşa Rojava ceribandina herî mezin a jinan bû." BI DÎMEN -DOSYA
 
* Jinên Stenbolê behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kirin û gotin, "Em ji bo hemû beşên civakê aştiyê dixwazin." BI DÎMEN