Girtî Hîvda Çelebî bi mehane nayê dermankirin

  • 09:03 13 Tebax 2025
  • Rojane
AGIRÎ - Dayika girtî Hîvda Çelebî ya li girtîgeha Jinan a Erzînganê dimîne û bi biryara Lijneya Îdarî û Şopandina Îdarî tahliyeya wê 14 caran hatiye taloqkirin, Ayşe Çelebî axivî û da zanîn ku ev rewş di alî aborî manewî de bandorê li wan dike û wiha anî ziman: “Cezayê keça min ji ber dibêje ‘ez Kurd im’ bi awayekî kêfî tê dirêjkirin. Girtîgeh cihê zilmê ne. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Ger ku aştî hebe divê derî bên vekirin.”
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên kêfî didomin. Her cureyê tundiya fîzîkî û psîlolojîk li girtiyan tê kirin û girtî li dijî  van binpêkirinan li ber xwe didin. Di serî de mafê tenduristiyê û gelek mafên din ji girtiyan tên girtin. Tahliyeya wan bi biryara Lijneya Şopandin û Îdarî tê taloqkirin.
 
Yek ji van girtiyan Hîvda Çelebî ya ji girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê surgunê girtîgeha Jinan a Erzîngnê hatiye kirinê ye.  Tahliyeya wê bi biryara lijneyê 14 caran hatiye dirêjkirin.
 
Dayika Hîvda Çelebî, Ayşe Çelebî der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Kurdbûn sûc e?’
 
Ayşe Çelebî daxuyakirin ku keça wê Hîvda Çelebî 7 sal û nîv e girtiye û wiha vegot: “Bila girtiyên siyasî bên berdan. Ez niha bêjim ‘ez Kurdim’ ez sûcdarim?Keça min jî dibêje ez Kurd im. Girtîgeh cihê zilmê ne. Bila deriyên girtîgehan bê vekirin. Ger em dibêjin aştî divê derî bên vekirin. Divê hemû girtî bên berdan.”
 
‘Her tim ceza dirêj dikin’
 
Ayşe Çelebî destnîşan kir ku keça wê demek dirêje girtî ye û wiha balkişand ser zor û zehmetiyan: “Cezayê keça amin 7 sal û 8 meh bû. Lê her carê tahliyeya wê tê astengkirin. Hîvda piştî ku hevjînê xwişka wê mir, ji bo alîkariya xwişka xwe çû Stenbolê û li wir hat girtin. Hîvda hevsroka DEM Partî ya Bazidê bû.”
 
‘Durbûna girtîgehê malbatan dide zorê’
 
Ayşe Çelebî balkişand ser zor û zehmetiyan û got ku ji ber girtîgeh durin zehmetiyan dikşînin û wiha vegot: “Hîvda niha li girtîgeha Erzînganê ye. Piştî cejna Qurbanê  keç û bûkên min çûn. Ez 4 meh berê çûm. Behsa zextan nake lê diyare ku zext hene. Dûrbûna girtîgehê me dide zorê. Derfetên me hebûna em ê mehê carê biçûna. Lê em ji sê mehan carê dikarin biçin. Malbatên ji Amed, Wanê tên hene. Em hemû wekhevin.”
 
Tahliye 14 mehan taloqkirin
 
Ayşe Çelebî di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Me ceza dikin. Em zivistanê çûn Bayburtê me xetereya qezayê derbas kir. Ev ceza nîne çi ye? Me di alî aborî manewî de ceza dikin. Bila hemû girtiyên siyasî berdin.  Carekê ji 6  mehan carekê 8 mehan ceza dirêj kirin. Ev neheqiye. Bila hemû girtiyan berdin.”