Li dijî malbateke kurd êrîşa nijadperest

  • 15:41 11 Tebax 2025
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Dema malbateke Kurd ku ji 8 kesan pêk dihat ji geştê vedigeriya, ji ber axaftina xwe ya bi Kurdî rastî êrişa nîjadperestan hat. 
 
Li gundê Kîsecîk ê navçeya Çamliyayla ya Mêrsînê dema malbateke Kurd ku ji 8 ferdan pêk dihat ji geştê vedigeriya, bi hinceta axaftina bi Kurdî rastî êrişê hat. Li gorî agahiyên ber dest; êriş duh saet di 17.30’ê de hate kirin. Hat zanîn ku keyayê Kîsecîkê jî di nav de, komeke nîjadperest êrişî malbatê kir. Di têketina gund de wesayîta malbatê ya bi plakaya 01 ECL 92’yê hate sekinandin û ji ewil tundiya devkî li malbatê hate kirin. Koma nîjadperest piştre jî ji malbatê re got “Ev der Komara Tirkiyeyê ye hûn çawa bi Kurdî diaxivin” û malbat derb kir. 
 
Malbata ku di nav de jin û pitikeke 3 mehî jî hebû, piştî êrişê bi derfetên xwe çû Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê. Ji kesên hatin derbkirin Adnan Nazli rakirin beşa lênihêrîna awarte û endamên din ên malbatê jî li ser pêyan hatin tedawîkirin. Piştî giliyê malbatê, êrişkar hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Tarsusê.