Şaredariya Sûrê bi jinan re hat gel hev
- 15:51 30 Nîsan 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Sûrê ji bo pirsgirêkên jinan guhdarî bike û hevgirtinê zêde bike, civînên taxan didomîne.
Şaredariya Sûrê ji bo guhdarîkirina daxwazên jinan û xurtkirina hevgirtina jinan a li taxan xebatên lidarxistina civînan didomîne. Hevserok Fatma Gul Onkol di civînê de bi jinan re yek bi yek sohbet kir, pirsgirêkên jinan guhdar kir û li ser pêşniyarên çareseriyê axivî.
'Em ji bo rêxistinkirina hevgirtinê hatin vir'
Di destpêka civînê de Fatma Gulan Onkol derbarê armanca hevdîtinê de daxuyanî da. Fatma Gulan Onkol got, "Jin her tim ji nedîtî ve tên. Yên ku herî zêde êşê dijîn hûn in."
Jinên ku di civînê de axivîn, bal kişandin ser berbelavbûna bikaranîna tiryakê ya li taxê û fikarên xwe yên ji bo zarokên xwe anîn ziman. Daxwaza xwe jî anîn ziman ku hevdîtinên bi vî rengî bêhtir bên lidarxistin.