Bersiva êzidiyan a ji bo nameya Îmraliyê: Azadiya wî azadiya me ye

  • 09:08 22 Nîsan 2025
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Endama TAJÊ Riham Hesen derbarê nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo êzidiyan şandiye de axivî û da zanîn ku namze ji bo civaka êzidî gelek girîng e û ji vir şûnde di hemû xebatan de wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bê girtin. Riham Hesen got: “Em wek TAJÊ azadiya Serok Apo azadiya xwe dibînin.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kiribû. Piştî vê meha borî ji bo civaka êzidî jî peyamek şand û got: "Ji bo 73’emîn fermana êzidiyan bersivek bû û  Pêvajoya me daye destpêkirin wê azadiya gelê êzidî pêk bîne. Ev bang Ronesanse û herî zêde jî wê bibe Ronesansa gelê êzidî." Piştî vê civaka êzidî got wê berxwedan û têkoşînê mezin bikin.
 
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hesen der barê nameya hatiye şandin de nirxandin kir.
 
‘Ji bo agahî ji Serok Apo bê girtin me têkoşîn mezin kir’
 
Riham Hesen got name bi taybet ji bo jin û ciwanan e û got ev ji bo wan gelek watedar e û wiha got: “Şandina nameya ji bo me encama têkoşînên mezin bû. Ji Îmraliyê bigirin heta Zapê, ji Zapê bigirin heta her çar parçeyê Kurdistanê û cîhanê berxwedan û têkoşînek mezin hat meşandin. Armanca van têkoşînan azadiya Serok Apo bû. Me jî wek gelên din para xwe ji têkoşînê girt. Me jî wek Êzidiyan ji bo azadiya Serok Apo têkoşînek mezin da.”
 
Girîngiya nameyê
 
Riham Hesen destnîşan kir ku 10 sale fikrên Abdullah Ocalan nav êzidiyan de belav bûye û hatiye nasîn û got: “Sazî û dezgeyên me felsefeya Serok Apo esas girtin û di nokteya azadiya jinê de têkoşînên mezin meşandin. Ya perspektîf pêşkêşî civaka êzidî kir Serok Apo bû. Fik û felsefeya Serok Apo bû mifteya rizgeriya civaka êzidî. Ji bo azadiya fîzîkî a Serok Apo xebatên me didomin. Hewcedariya me êzidiyan û hemû gelan bi perspektîfa wî ya nû heye. Nameya Serok Apo tam dem axwe de hat. Riya çareseriyê pêşkêş kiriye.
 
‘Me paradîgma netewa demokratîk esas girt’
 
Riham Hesen balkişand ser tecrîda 26 sale didome û wiha got: “Tevî tecrîda Serok Apo rê û rêbaz pêşkêş kiriye. Divê Îmrali ji çar dîwaran neyê dîtin. Li wir di bin şertên giran de berxwedanek mijara gotinê ye. Me paradîgma netewa demokratîk a Serok Apo esas girt. Jinan berê di saziyan de cih digirt. Lê ne xwedî hişmendiya azadiya jinê bûn. Bi meclîsê jinan û xebatên xweser jin bûn xwedî îrade. Jinan bi paradîgma û perspektîfa Serok Apo gelek pêş ketin. Em ê hemû hêza xwe xebatan bidomînin.”