
Hevdîtina bi dirûşma 'Em bi rêxistinbûnê azad dibin'
- 16:17 18 Nîsan 2025
- Rojane
STENBOL - Ji aliyê TJA'yê ve bi dirûşma "Em bi rêxistinbûnê azad dibin" hevdîtina jinan hat lidarxistin û hat diyar kirin ku rêxistinbûna jinan a di avakirina aştiya civakî de girîng e.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Federasyona Komeleyên HOÇVAN a navçeya Esenyurtê bi dirûşmeya “Em bi rêxistinbûnê azad dibin” hevdîtinek li dar xist. Di civîna ku gelek jin amade bûn de alên “Jin jiyan azadî” hatin daliqandin. Di civînê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre sînevîzyona ku têde wêneyên têkoşîna jinan a ji bo azadî û aştiyê tê nîşandan, hate nîşandan.
Piştre aktîvîsta TJA'yê Sariye Taşkesen axivî û got: "Em plan dikin ku bi dirûşma 'Em bi rêxistinbûnê azad dibin' bi awayekî herî xurt xebatên xwe bimeşînin. Ji ber ku bi banga Rêberê xwe ya 27'ê Sibatê em ketin serdemeke nû, ev pêvajo ji bo me gelekî girîng e. Ji bo ku ev pêvajo pêk were ji bo rêxistinbûna jinan her tişt ji destê me tê dikin û Rêbertiya me jî diyar dike ku pêşketina herî saxlem a pêvajoyê bi rêxistinbûna jinan pêk tê.2
Civînê bi nîqaşên li ser pêvajoya piştî “banga sedsalê” ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hat kirin, dewam kir.