
'Hikûmeta Şamê jinan tune dihesibîne'
- 09:04 19 Nîsan 2025
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Seroka Komîteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer der barê pêşnûmeya Destura Bingehîn ya ku hikûmeta Şamê ya demkî amade kiriye de axivî û got desturek bingehîn ya yekparêz hatiye amadekirin û der barê jinê de tu tiştek tuneye.
Piştî rejîma Baas di 8’ê Kanûnê de hat hilweşandin şûnde li Sûriyeyê pêvajoyek nû destpê kir. Pevçûnên li Sûriyeyê didomin û 13’yê Adarê de bi îmzeya Serokomariya Komara Ereb a Sûriyeyê pêşnûmeyeke Destura Bingehîn ya 53 salî hat îlan kirin. Li gorî xala sêyemîn a pêşnûmeyê divê ola serokomarê welat îslam be û di xala 4’emîn de jî zimanê fermî divê yê Erebî be. Li aliyê din di xala 20’an de jî tê gotin divê malbat bê parastin lê der barê jinan de tu tiştek tunebû.
Seroka Komîteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer der barê pêşnûmeya Destura Bingehîn ya ku hikûmeta Şamê ya demkî amade kiriye de ji JINNEWS’ê re axivî.
Adalet Omer balkişand ser çalakiyên di encama serhildanên di 2011’an de li Sûriyeyê hatine detspêkirin û wiha anî ziman: “Mafê gelên li Sûriyeyê dijiyan tunebû. Bi hilweşîna rejîmê re gel daket kolanan û kêfxweşî anî ziman. Lê hikûmeta nû hat, wek pergala berê bi ferasetek yekparêz nêz dibe. Ji bo hemû xwe bidomîne serî li her rê dide. Hikûmeta demkî ya Şamê di pêşnûmeya destura bingehîn ya nû a amadekiariye de gelê Sûriyeyê qebûl nake. Ji bo vê gel daket kolanan. Niha di encama lêkolînên hatiye kirin de 17 netew li ser axa Sûriyeyê ne. Ger 16 netew bên înkarkirin û yek netew bê qebûlkirin, ev rewş bêguman nayê qebûlkirin.”
‘Der barê jinan de tu tiştek tuneye’
Adalet Omer daxuyakirin ku ne kes divê pergal biguhere û wiha domand: “Demokratîkbûna pergalê girîng e. Hewcedariya Rojhilata Navîn bi demokratîkbûnê heye. Dersa hatiye derxistin ev e; Pergala navendî ya Rojhilata Navîn ji gel re tu fêdeyê nade. Pêşnûmeya destura bingehîn ya hatiye amadekirin, bilî Ereban kesî qebûl nake. Lê li Sûriyeyê tenê netewek najîn. Der barê jinan de tu tiştek tuneye.”
‘Em dengê xwe bilind dikin’
Adalet Omer balkişand ser mutabakata navbera QSD û hikûmeta Şamê de hatiye avakirin û wiha vegot: “Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, li dijî destura bingehîn ya hikûmeta demkî ya Şamê derxistiye dengê xwe bilind dikin. Em li bajarên peravê dinêrin komkujî ê jiyîn. Konsreya netewî ya hikûmeta demkî ya Şame kom û lê hemû gelên Sûriyeyê temsîl nake. Yên yek zîhniyet, yek netewê difikirin anîn gel hev. Em vê qebûl nakin.”
Xebata destura bingehîn ya jinan
Adalet Omer bi lêv kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebata destura bingehîn a jinan du sale didome û got: “Em hatina dawiya xebatên xwe. Em jin desturek bingehîn a demokratîk dixwazin. Ji bo jiyanek azad ferze. Jinên di eniya pêş a şoreş aRojava de cih girtin dixawzin mafên xwe mayîn de bikin û di meriyên biryarê de cih bigirin. Hikûmeta Şamê dixwaze jinan di rolek diyarkirî de heps bike. Em jin wê rêxistibûna xwe ava bikin û li dijî van rolan derkevin.”