
Pervîn Bûldan: Banga Aştî û Civaka Demokratîk bangek ji bo têkoşînê ye
- 11:50 13 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan got, "Avakirina û têkoşîna civaka demokratîk qet naqede... Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi xwe bangek ji bo têkoşînê ye. Civakîkirina vê yekê parçeyek ji vê têkoşînê ye."
Pêvajoya nû ku par meha Cotmehê bi banga Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî destpê kir bi nîqaşan dewam dike. Heyeta Îmraliyê herî dawî bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan li ser hevdîtinê bersiv da pirsên ANF'ê.
Di nîqaşên têkildarî pêvajoyê de hevdîtina bi Erdogan re girîng dihate dîtin. Têkildarî vê hevdîtina bi Erdogan re hate kirin çavdêriyên we çi ne?
Birêz Serokkomar cara yekemîn bû ku Heyeta Îmraliyê qebûl kir. Demeke dirêj me hevdîtin dikirin. Bi partiyên siyasî re me hevdîtin kir. Birêz Serokkomar ku kesayetekî divê di navenda vî karî de be, di vê mijarê de gelekî dûr sekinî. Di vê mijarê de tiştek negotibû. Lewma bendewariya her kesî hebû. Vê hevdîtinê jî rewş rawe kir. Ji ber ku Heyeta Îmraliyê qebûl kir û di vê mijarê de me nêrînên xwe bi hev re parve kir. Wî bi xwe hem li nêrînên me guhdarî kir hem jî di asteke ku pêşniyarên me li ber çavan digire xwedî li pêvajoyê derket. Di vê mijarê de bi wan re jî biryardariyek heye. Di mijara xwedîderketina li pêvajoyê de em dibêjin Abdullah Ocalan îrade û biryardariyek Nîşan da. Me dît ku heman biryardarî li aliyê desthilatdariyê jî heye. Ji vî alî ve hevdîtineke dîrokî bû.
Di hevdîtinê de hate axaftin, bê çima Erdogan heta niha di vê mijarê de dûr disekinî?
Me sedema vê dûrmayinê nepirsî. Wî jî tiştek negot. Li gorî texmîna me, wî xwest rêveçûna pêvajoyê bibîne. Ji ber bûyerên piştî pêvajoya 2015'an qewimîn, fikarek hebû. Ji bo heman tişt neqewime, dema ku dît pêvajo dikare bi pêş ve biçe, ket navenda pêvajoyê. Em li ser vê neaxivîn, lê belê texmîna me bi vî rengî ye.
Em di kîjan asta vê pêvajoyê de ne? Teqwîmek nîne lê belê em di kîjan astê de ne?
Teqwîmek li ber destê me nîne, lê belê ya ku divê bê kirin em timî tînin ziman. Desthilatdarî jî bi vê zane. Di hevdîtinên bi Birêz Ocalan re not têne girtin, rapor têne amadekirin. Rayedarên dewletê beşdarî vê hevdîtinê dibe. Bi ihtimaleke mezin ev hevdîtin ji serokkomar, ji desthilatdariyê re tê ragihandin. Ne ew mesele ne ku nayên zanîn an jî cara yekemîn e tê dîtin. Gelek pirsgirêk hene, gelek qadên bi pirsgirêk hene. Gelek qanûn hene ku divê bêne amadekirin. Li şûna ku yek bi yek qala van bikin, me got, divê zemînên qanûnî bêne afirandin. Me anîn ziman ku pêkanîna hin guhertinên qanûnî wê tevkariyê li pêvajoyê bike. Ya rast, di vê mijarê de ew jî neyînî nînin. Lê belê detayek nîne ku wê çi bibe.
Biryara hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re gelo di hevdîtina bi Erdogan re hate dayin?
Me bi xwe daxwaza hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re kir. Yanî ne meseleyeke ku bi serokkomar re hatiye axaftin. Piştre di civîna navbera xwe de em gihîşt wê encamê ku hevdîtinek bi Wezîrê Edaletê re wê girîng be.
Çima lezgîn e?
Ji ber ku gav hene ku divê bêne avêtin, qanûn hene ku divê bêne derxistin. Gelek sernavên mijaran hene. Em dixwazin li ser van biaxivin, bişêwirin û di heman demê de bi pêş ve biçin. Ji ber ku eger li ser rêya aştiyê pirsgirêkek hebe, tiştek hebe ku dikare rawestîne, divê ew bêne sererastkirin. Ji bo pêşîgirtina li qezayên bi vî rengî, girîng e.
Li ser ihtimala sabotekirina pêvajoyê gelekî hate axaftin. Li ser ihtimala sabotajekê yan jî darbeyek li hemberî vê pêvajoyê hûn dixwazin çi bibêjin?
Em li erdnîgariyeke welê ne ku xeterî lê zêde ne. Di sala 2015'an de jî em alîgirê vê mijarê bûn. Vê carê jî ji bo heman aqûbet rû nede, ji bo pêvajo têk neçe, divê ev yek bê kirin. Lewma divê tiştên bibin sedema qezayê ji holê bê rakirin.
Kiryarên qeyûm, girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Îmamoglû, êrîşên li ser alîgirên demokrasiyê, binçavkirin û girtin... Gelo ev hemû zerarê nadin pêvajoyê?
Gavên demokratîk divê teqez bêne avêtin. Bêguman di vê mijarê de ne tenê Wezîrê Edaletê her wiha berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû derdorên di nava pêvajoyê û serokên giştî yên partiyên muxalefetê. Berpirsyarî li ser milê parlamentê ye. Divê parlament tavilê bikeve dewrê. Serokên giştî yên partiyên siyasî di vê mijarê de divê hîn bêhtir biaxivin. Gelek pirsgirêk hene. Girtîgeh, kiryarên qeyûm, girtiyên nexweş; em qala gelek pirsgirêkan dikin. Ev mesele ne ew pirsgirêk e ku tenê DEM Partiyê yan jî Kurdan eleqedar dike. Meseleya 85 milyon mirovên li Tirkiyeyê ye. Meseleya hemû partiyên siyasî ye. Ji ber vê yekê divê her kes di vê mijarê de hewl bide û nêzîkatiyeke welê nîşan bide ku tevkariyê li gavên bêne avêtin bikin. Dibe ku ev yek jî bi serdanên me şênber bibe. Mînak, eger hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re bi lez bê kirin dibe ku em ê bişêwirin û li ser gavên bêne avêtin biaxivin. Ew ê fikrê xwe bibêjin, em jî fikrê xwe bibêjin. Piştre jî em ê bi partiyên siyasî û derdorên cuda re jî hevdîtinan bikin. Çûyîna Îmraliyê ji xwe divê bibe, divê hevdîtinek bi Birêz Ocalan re bê kirin. Gavên bêne avêtin wê li wir şênber bibe û eger gav bi lez werin avêtin, di nava çend mehan de ev pêvajo divê temam bibe.
Mebesta we ji çend mehan çi ye?
Bi dîtina min eger heta meha Hezîranê gav bi lez bêne avêtin, wê pêvajo temam bibe.
Çi bibe wê pêvajo temam bibe?
Eger qanûn bêne derxistin, PKK biryara fesihkirinê bide, şert û mercên vê yekê guncaw bibin, kongre bê komkirin û biryar were wergirtin, di heman demê de desthilatdarî jî ya ku divê bike pêk bîne, qanûn bi lez bêne derxistin hingî di nava çend mehan de mirov dikare qala temambûna vî karî bike.
Li ser qanûnên ku tê xwestin bêne derxistin, karekî we heye?
Li aiyê me karekî bi vî rengî tê kirin. Li aliyê desthilatdariyê jî karek heye, lê belê em niha nikarin vê yekê eşkere bikin.
Têkildarî têkoşîna demokrasiyê hûn dixwazin çi bibêjin? Gelo ev pêvajo wê têkoşîna demokrasiyê li paş bihêle? Rexneyên li ser vê hene, hûn dixwazin çi bibêjin?
Avakirin û têkoşîna civaka demokratîk qet naqede. Li cihekî biqede, li cihekî din wê destpê bike. Têkoşîn wê her tim dewam bike. Ji bo derxistina qanûnan têkoşîn wê bê kirin. Ji bo avêtina gavan têkoşîn wê bê kirin. Li dijî kuştina jinan, kuştina zarokan, bûyerên kuştinê yên mîna qetilkirina Narîn, li dijî vî mejî û neyîniyan wê têkoşîn her tim dewam bike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji xwe bangek ji bo têkoşînê ye. Ji bo civakîkirina vê yekê, parçeyek ji têkoşînê ye. Ti tişt bi serê xwe bi cih nayê. Êrîşên li ser şaredariya Stenbolê nayên qebûlkirin. Çawa ku li Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin em li ber rabûn, bi heman rengî em ji bo Stenbolê jî heman helwestê nîşan didin. Ya ku van hemûyan beralî bike demokratîkbûn e. Têkoşîna demokrasiyê ye. Wezîfeya me hemûyan e ku van hemûyan bi pêvajoya demokrasiyê bixin meriyetê.