Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Elewî re civîn kir

  • 15:46 14 Nîsan 2025
  • Rojane
 
MELETÎ - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Elewî re bi dirûşma “Ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk em bi jinên Elewî re tên gel hev” civiya. Di civînê de tevlîbûna jinan a pêvajoya nû hate nîqaşkirin. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li  Meletiyê bi dirûşma "Ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk em bi jinên Elewî re tên gel hev"  bi jinan re civîn li ar xist.  Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Hevseroka Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û gelek jin amade bûn. 
 
Halîde Turkoglu di civînê de axivî û diyar kir ku guherîna pêvajoya gerdûnî bandorê li jiyan û têkoşîna jinan dike û got, "Her hevdîtina bi jinên Elewî re ji bo me gelekî bi qîmet e. Em di van civîna de erka jinê di vê pêvajoyê de niqaş dikin"
 
Banga Sedsalê...
 
Halîde Turkoglu, diyar kir ku jin bi nasnameya xwe ya azad û wekhev dixwazin bijîn û diyar kir ku hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê atmosfera siyasî ji tecrûbeyên jinan ne dûr e. Di vê çarçoveyê de Halîde Turkoglu, anî ziman ku ew bi gelek jinên ji sazî û rêxistinên cuda û îdeolojiyên cuda weke meclîsa jinan hatin cem hev û wiha got: "Pêdiviya vê civakê jî bi guhertineke demokratîk heye. Mêr maf bi xwe re dibînin ku jinan qetil bikin, ji ber ku dizanin wê serbest bên berdan.  Ji ber vê banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê weke firsendekê dibînin. Em weke jin dixwazin ji vê derfetê sûdê werbigirin. Di hemû qadên xebatê de wê bi hemû pêkhateyên jinan re hevkarî hebe."