Xelkê Şengalê wê li çend cihên navendî banga Ocalan pêşwazî bikin

  • 13:46 27 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li çend cihên navendî; Tilizêr, Sinûnê û navenda bajêr, dê pêşwazî li banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê were, bikin. Wê gel bi karwaneke girseyî li Şengalê bigerin û paşê li ber agir govendê bigerînin.
 
Şandeya Îmraliyê ku ji bo daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan parve bikin îro serdana Îmraliyê kirin û tê gotin, wê di vegerê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya zindî bi raya giştî re parve bikin. Wê li Kurdistanê û derveyî welat bi awayekî girseyî di ekranên mezin de pêşwazî bikin.
 
Yek ji navendeke din a bi kelecan û kêfxweşî li benda peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e Şengal û bi taybet jî civaka Êzidî ye.
 
Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê wê li seranserê Şengalê bi gerandina karwanên gel, şahî û danîna ekranê pêşwazî li peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a dîrokî bikin.
 
Li gorî vêya bernameya pêşwazîkirina peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Şengalê wiha ye;
 
Wê xelkê Şengalê li hemû gund û komelgehan li meclîsên gel û saziyan kom bibin û bihevre temaşeyê bangawaziya Rêber Apo bikin. Piştî şandeyê daxuyanî parve kir, wê gel bikevin seyareyên xwe weke karwanekî gund bi gund bigerin û şahî bigerînin.
 
Wê şahî li aliyê Qilbet û Şemalê weke navendî werin lidarxistin. Li gorî vêya wê ekran li meclîsa Gel a Şengalê were danîn. Gel wê li vir temaşe bike, paşê wê di nava bajêr de bigerin û careke din vegerin ber meclîsê, ji bo şahî bigerînin.
 
Xelkê Tilizêr, Sîba Şêx Xidir û gundên derdor jî wê li meclis û saziyên xwe kom bibin û piştî daxuyaniyê bi karwanekî derbasê navenda bajarê Şengalê bibin û tevlî şahiya hevpar bibin.
 
Li aliyê Şemalê jî wê gel li meclis û saziyan kom bibin, piştî daxuyanî hate dayîn dê weke karwanekî girseyî li nava gund û komelgehan bigerin û paşê li Sinûnê agireke mezin dadin û şahiyeke navendî bi gerandina govendê li dar bixin.
 
Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê di serî de bang li ciwanên Şengalê, hemû endamên Rêveberiya Xweser û saziyan, her wiha bang li hemû gelê Şengalê dike, ji bo tevlî pêşwazîkirina banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibin.