
Li Pasûrê jinek hat qetilkirin
- 13:09 27 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Li navçeya Pasûrê mêrê bi navê M.A. dayika xwe Fener û bavê xwe Necatî A. bi çekê qetil kirin.
Li navçeya Pasûr a Amedê mêrê bi navê M.A. dayika xwe Fener û bavê xwe Necatî A. bi çekê qetil kirin. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, tendirustavan û polîs hatin cihê bûyerê. Hat diyarkirin ku Fener A. jiyana xwe ji dest daye û Necatî A. jî bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê.
Necatî A. yê ku rakirin nexweşxaneyê jî hat diyarkirin ku jiyana xwe ji dest daye.
Hat diyarkirin ku kiryar hatiye binçavkirin.