
ROJEVA 19'Ê SIBATA 2025'AN
- 09:00 19 Sibat 2025
- Rojev
*Endama Meclisa Giştî ya HDK'ê Esengul Demîr têkildarî armanca xebatên xwe yên ji bo aştiyê axivî û diyar kir ku tu kesê aştiyê nexwaze tune ye û got, "Aştî ne mijareke ku ji kêfa hikûmetê re were hiştin, jiyana me hemûyan ji nêz ve eleqedar dike. Gotûbêj bi tena serê xwe şert û mercên aştiyê ava nake. Ger aştî tê xwestin divê aştiyeke adil, bi rûmet û wekhev be." DÎMEN HEYE
* Di vê pêvajoya ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin de, tecrubeya jinan a di pêvajoya çareserî û avakirinê ya piştî şer û pevçûnên li welatê Baskê de û şahidiyên wan ên ji bo eşkerekirina heqîqetê, dîsa di rojevê de ye. DOSYA
*Bertekên li dijî tayînkirina qeyûmê ji bo şaredariya Bajarê Mezin a Wanê didomin. Amediyan ev rewş wek xespkirina îradeyê nirxand û balkişandin ser girîngiya piştevaniyê. VÎDEO
*Endama Lijneya Rêvebera Komeleya Dema Jinê, psîkolog Esra Kahraman balkişand ser êrişên li ser jin, zarok û destkeftiyên jinan û got: “Dixwazin beden keda jinê ji binpêkirinê re vekirîbe. Naxwazin jin li ser beden û keda xwe bibin xwedî îrade. Ev encama zîhniyeta yekparêzin. Li dijî vê divê civak dengê xwe bilind bike.” BI DÎMEN
*Li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî piştî ku hatibû îdakirin hinek doktoran bi firoşkarên berhemên medîkal re li hev kirine û alav firotine hinek nexweşan û bêyî sedem nexweş emeliyat kirine, hatibû diyarkirin ku mufetiş dê lêkolînê bikin. Lê derbarê lêkolînê de tu agahî nehatin bidestxistin û hat diyarkirin Odeya Tabîban jî derbarê bijîşkan de lêpirsîn daye destpêkirin.