Ji TJA’ê li dijî tundiya li ser jinan bertek

  • 17:38 18 Sibat 2025
  • Rojane
AMED - TJA’yê di daxuyaniya ku der barê tundiya ku polîsan li Wanê li jinan kiribû de got: “Em ê destkeftî, maf û jiyanên xwe biparêzin. Jinên rêxistinkirî wê biserkevin, berxwedan wê biserkeve.” 
 
Tevgera Jînen Azad (TJA), bi armanca şermezarkirina tundiya polîsan a li ser jinan ku li Wanê pêk hatibû, li ber Mizgefta Mezin a Sûr a Amedê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, hevşaredara bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak û gelek sazî û dezge tevli bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘li dijî tundiya mêr jin jiyan azadî’ hat vekirin. 
Li ser navê TJA’yê Fatma Sumbul Yetkîn daxuyanî xwend.
 
‘Bi biryarên kêfî hat xespkirin’
 
Fatma Sumbul Yetkîn da zanîn ku AKP ku bi polîtîka şer û qirkirinê li ser piyan dimîne di serî de jinên berxwedêr û destkeftiyên jinên Kurd hedef digire û wiha got: “Ji bo xespkirinê rewa dike her tiştî dikin. êrîşa li dijî jinan ne tesadufe. Bi tundiyê îrade tê xespkirin. Desthilatdariya ku tundiyê li jinan dike, têkoşîna jinê krîmînalîze dike, biçav dike û digire sûc dike. Bi qeyûmên ku tayînkirine ev carek din xistiye dewrê. Bi awayekî kêfî şaredariya Wanê hatiye xespkirin.”
 
‘Bi rojane tundî tê kirin’
 
Fatma Sumbul Yektîn wiha dirêjî dayê: “Ev zîhniyeta ku îradeya gelê Wanê tune hesibandiye, bi rojane tundiyê dike. Li parlamenter Newroz Uysal û hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal tundî hatiye kirin. Em ê li dijî van tundiyan bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ berxwedana xwe mezin bikin. Jinên rêxistinkirî wê bisrkevin.Wê berxwedana me biserkeve.”
Parlamenter Adalet Kaya jî balkişand ser tunidy ali ser jinan a li Wanê û got divê her kes vê tundiyê bibîne û got ew vê zilmê qebûl nakin.
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.