
Rojnameger Rabîa Onver serbest hat berdan
- 14:59 15 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Rojnameger Rabîa Onver di serdegirtina avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat binçavkirin û hat berdan.
Piştî ku cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn li şaredariyê çalakiya nobedê hat lidarxistin. Di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de saet 04:00’an de bi sedan polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Çalakvanan deriyên şaredariyê ji polîsan re girtin, polîsan bombeyên gazê avêtin şaredariyê, derî û pencereyên avahiyê şikandin. Polîsan di nav de siyasetmedar û gelek rojnamevan binçav kirin.
Di serdagirtina polîsan de nûçegihana JINNEWS’ê Rabî Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglu û Behçet Bayhan hatibûn binçavkirin.
Rojnameger Rabîa Onver piştî îfadeya li emniyetê serbest hat berdan.