Hevşaredar Neslîhan Şedal birîndar bû, Dogan Hatun jî hat binçavkirin

  • 14:21 15 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
WAN - Di çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di êrîşa polîsan de birîndar bû û destûr nehat dayîn ku rakin nexweşxaneyê. Her wiha Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî hat binçavkirin 
 
Danê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin û piştî vê biryarê li bajar çalakî hatin destpêkirin. Li Beşyolê Serokwezkîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenter, hevşaredar û gelek welatî xwestin bimeşin. Polîsan girse dorpêç kirin û destûr nedan meşê û gelek kes derb kirin. Li ser vê yekê welatiyan jî bi çepikan û avêtina dirûşmeyan piştgirî dan çalakgeran.
 
Li Kolana Cumhuriyetê alozî berdewam dike û gelek kes hatin binçavkirin.
 
Pevçûnên ku bi êrîşa polîsan dest pê kirin li gelek nuqteyan dewam dikin. Di dema astengkirinê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun dîsa hat binçavkirin. Hevşaredarê Qelqeli yê Wanê Ecevît Ceylanci jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin. 
 
Hat destnîşankirin ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî di êrîşa polîsan de birîndar bû û destûr nehat dayîn ku rakin nexweşxaneyê.