AMNESTY bertek nîşanî biryara darvekirinê da

  • 12:41 15 Sibat 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - AMNESTY li dijî cezayê darvekirinê yên li hember Şerîfe Mihemedî bang li civaka navneteweyî, NY û YE’yê kir ku li dijî darvekirina Şerîfe Mihemedî helwest raber bikin.
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) li ser rupela xwe ya fermî ya medya dijîtal a instagramê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve, daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêwîste civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê li dijî cezayê darvekirinê yê Şerîfe helwest werbigire.
 
Her wiha hate diyarkirin ku divê ev alî demildest daxwaz ji desthilatdarên Îranê bikin ku cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî were hilweşandin.
 
Hêjayî gotinêye ku çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin. Herî dawî di 13’ê Sibatê de carek din cezayê darvekirinê li ser girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.