
Komplo hat şermezarkirin: Ji roja reş ber bi azadiyê ve
- 11:55 15 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbolê wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li Dîlokê jî pankarta “Mizgîniya Roja me wê hemû rojên reş ronî bike" hatin daliqandin
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Dîlok û Stenbolê, bi pankart û nivîsên li ser dîwaran hat protestokirin.
Stenbol
Jinên Ciwan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclisa Ciwanên Stenbolê, bi boneya 15’ê Sibatê, duh bi şev li taxên Bahçelîevler û Esenyurtê yên Stenbolê çalakiyek li dar xistin.
Li navçeyan posterê Abdullah Ocalan û pankarta "Ji roja tarî ber bi azadiyê ve" daliqandin û li ser dîwaran jî "Bimre Komploya 15'ê Sibatê" û “Hûn nikarin Roja mê tarî bikin” hatin nivîsandin.
Dîlok
Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek taxên Dîlokê ji hêla ciwanan ve hate protestokirin. Ciwanan, bi boneya 26’emîn salvegera komployê li gelek cihan pankartên “Mizgîniya Roja me wê hemû rojên reş ronî bike" û "Ji roja reş ber bi azadiyê ve” daliqandin. Her wiha li ser gelek dîwaran jî nivîsên "Bimre komploya 15’ê Sibatê” û “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hatin nivîsandin.