
DFG: Rojnamegeran serbest berdin
- 11:31 15 Sibat 2025
- Rojane
AMED - DFG'ê xwest rojnamegerên ku di serdagirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatine binçavkirin serbest bên berdan.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle-Firatê, têkildarî 6 rojnamegerên ku di dema serdagirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatine binçavkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di serdagirtinê de nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnamer Medîne Mamedoglu, Behçet Bayhan û Rûşen Takva hatibûn binçavkirin.
DFG’ê da zanîn ku tayînkirina qeyûm qespkirina îradeya gel e û wiha got: “Di saetên serê sibê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin. Polîtîkaya tayînkirina qeyûm li dijî demokrasiyê ye û xespkirina îradeya gel e. Em tayînkirina qeyûman wek xespkirina îradeya gel qebûl dikin û vê biryarê nas nakin. Rojnamegerên ku çalakiyên li dijî xespkirina îradeya gel dişopandin hedef hatin girtin û bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver, rojnameer Medîne Mamedoglu, Behçet Bayhan û Rûşen Takva hatin binçavkirin. Rojnameger Mehmet Guleş li erdê hat kaşkirin û rastî şîdetê hat. Em ne xespkirina îradeya gel nas dikin û ne jî bi derbkirinê binçavkirina rojnamegeran qebûl dikin. Bila demildest hevalên me serbest bên berdan.”