DEM Partî: Em ê li hemberî darbeya qeyûm serî netewînin

  • 09:57 15 Sibat 2025
  • Rojane
   
 
ENQERE - DEM Partî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tayînkirina qeyûm şermezar kir û got: “Em ê li dijî zîhniyeta qeyûmperest a hewl dide îradeya gelê Wanê desteser bike, bisekinin. Şaredarî ne yên derbekaran, yên gel in.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serenavê “Qeyûm derbe ye” daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev derbe ye. Derbeya qeyûm ku di nîvşevê de li dijî şaredariya me hate kirin, derbeyeke li dijî vîna gel e. Em, serdegirtina avahiya şaredariyê, avêtina bombeyên gazê, bikaranîna guleyên plastîk û binçavkirina zarok û kesên kal û derbkirina wan lanet dikin. Em ê serî li ber vê bêhiqûqtiyê netewînin. Em ê li dijî zîhniyeta qeyûmperest a hewl dide îradeya gelê Wanê xesp bike bisekinin. Şaredarî ne yên derbekaran, yên gel in.”