
'Bi hedefgirtina Hêva Erebo dijmin nikare derbeyê li jinê bixe'
- 09:04 15 Sibat 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Endamên Rêxistina Koongra Star a bajarê Helebê têkilarî hedefgirtina Hêva Erebo bertek nîşan dan û wiha gotin:"Bi hedefgirtina pêşenga şoreşê Hêva Erebo wê dijmin nikaribin derbe li şoreşa Jin Jiyan Azadî bixin. Bi xebat û têkoşîna xwe teqez em ê tola Hêva Erebo hilînin"
Di 27’ê Çileya îsal de dema ku endama koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo bi armanca ku bi rêxistinên jinan re hevdîtinê bike çûbû Başûrê Kurdistanê, ji hêla dewleta Tirk ve hate hedefkirin û jiyana xwe ji dest da. Endamên Rêxistina Kongra Star a bajarê Helebê bertek li dijî hedfgirtina Hêva Erebo nîşan dan.
'Rê ji dewleta Tirk re tê vekirin ku êrîşî şoreşa jinê bike'
Endama Kongra Star a bajarê Helebê Mewlîde Silêman nerazîbûna xwe nîşan da û wiha got:"Îro em hedefgirtina Hêva Erebo bi tundî şermezar dikin. Hêva Erebo li başûrê Kurdistanê bi bêdengiya PDK'ê hat hedefgirtin. Dema ku îro ev bêdengî tê kirin êdî rê ji dewleta Tirk re tê vekirin ku qirêjiya xwe û hedefgirtina pêşengan berdewam bike her wiha rê ji dewleta Tirk re tê vekirin ku êrîşî şoreşa jinê bike."
'Dewleta Tirk nikare vîna me bişkîne'
Mewlîde Silêman da zanîn ku tirsa dewleta Tirk ji hêza jinê heye û wiha dom kir:"Îro şoreşa ku bi pêşengtiya jinan hat avakirin bû metirsiyek li hember siyaset û zihniyetên yekperest a dewletan û di serî de ya dewleta Tirk. Ttiştê ku dihêle di roja me ya îro de em xebat bikin ew jî bi saya hebûna jinê û avakirina şoreşa bi pêşengtiya jina ye. Lewma em bi hedefgirtinê re rû bi rû dimînin. Em ê bi carekê nehêlibin ku dewleta Tirk vîna me jinan bide şikandin ji ber ku em hêza xwe ji pakrewanên xwe digirin."
'Hêva di şoreşê de xwedî ked û tekoşîn bû'
Beriya axaftina xwe bi dawî bike Mewlîde Silêman bi bîr xist ku dewleta Tirk daxwaz dike şoreşa jinê têk bibe û got:"Dema ku dewleta Tirk yekser Hêva Erebo kir hedef ne tenê dixwest vîna jinek azadîxwaz tune bike lê belê daxwaza dewleta tirk têkbirina vîna tevahî jinan û di serî de şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. Ji ber ku Hêva Erebo di nava şoreşa Rojava de xwedî ked û têkoşîn bû."
'Bi têkoşîna xwe em ê tola Hêva rakin'
Di dawiya axaftina xwe de Mewlîde Mewlîde Silêman bi bîr xist ku jin tune nabin û wiha got:"Armanc û hedefên ku dewleta Tirk datîne pêşiya xwe di hedfgirtina jinên pêşeng de wê pêk neyên ji ber ku em tune nabin. Erê heval Hêva tevlî kerwanên nemiran bû lê îro bi hezaran jin hene ku wê bi têkoşîna xwe tola Hêva rakin."
'Di hedefgirtina jinê de dixwazin felsefeya Rêbertî tune bikin'
Têkildarî heman mijarê jî Endama Akademiya Kongra Star a bajarê Helebê Levîn Mihemed jî bertek li dijî hedefgirtina Hêva Erebo da û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Li ser destê dewleta mêtinger a Tirk Endama Kongra Star Hêva Erebo hat qetil kirin. Hedefa dijmin hedefgirtina bi giştî şoreşa jinê ye û di serî de şoreşa Rojavayê Kurdistanê a ku bi pêşengtiya jinê ye. Di heman demê de hêjayî bi bîrxistinê ye ku dewleta Tirk daxwaz dike di kesayeta jinan de felsefeya Rêber Abdullah Ocalan vala derbixe. Ji ber dizane avakirina şoreşa jinan bi saya felsefeya Rêbertî bû."
'Bixwazin nexwazin jin civakê temsîl dike'
Di dewamiya axaftina xwe de Levîn Mihemed wiha got:"Bê jin jiyan nabe. Ger bixwazin nexwazin jin civakê temsîl dike lewma jî mafê jinê ye ku bijî û bibe xwedî felsefe. Ne ji mafê tu kesî ye ku jinan qetil bikin. Em ê jî her bi têkoşîn û berteka xwe bersiva dewleta Tirk bidin û em ê nehêlin dewleta tirk qirêjiya xwe li dijî jinê dewam bike."
'Bêdengiya PDK'ê rewakirina êrîşa ye'
Di dawiya axaftina xwe de Levîn Mihemed da zanîn ku PDK bêdeng e û wiha dewam kir:"Hêva Erebo li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin lê belê hikumeta PDK'ê weke her carê bêdeng dimîne. Bêdengiya PDK'ê rewakirina êrîşa dewleta Tirk e. Dewleta Tirk her çiqas armanc bike ku vîna gelê kurd têk bibe wê armanca wê pêk neyê ji ber ku berxwedana me û israra tolhildana şehîdan bilindtir dibe."
'Qetilkirina jinan nayê pejirandin'
Her wiha di dawiyê de jî Nisrîn Mihemed Endama Kongra Star têkildarî qetilkirina Hêva Erebo nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir û wiha got:"Em bi carekê qetilkirina jinan û bi taybet jinên pêşeng a ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve napejirînin. Her carê dewleta Tirk jinên pêşeng û xwedî ked dike hedefa xwe. Bê guman bêdengiya hikumeta Başûr jî rê ji dewleta ku dijminatiya jina dikin dewleta Tirk re vedike da ku bi berdewamî êrîşên xwe bikin."