Li Şengalê amadekariya meşa dijî komployê didome

  • 17:33 14 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hemû pêkhateyên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herikîn Şengalê. 
 
Li Şengalê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad a Şengalê (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo protestokirina komploya navnetewî ya dijî Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan meşeke girseyî  wê bê lidarxistin. 
 
Girseya ku li qadê kom bûye, li aliyekî dirûşman diqîrin û jinên ciwan ên Navenda Stî ya Nexşa jî bi lêxistina defê komployê protesto dikin û amadekariya meşa dîrokî dikin.
 
Di girseyê de ji salên din cûdatir li gel xemgînî û hêrsa ji komploya navnetewî, hêviya ji azadiya  Abdullah Ocalan û derketina wî ya ji zîndanê mohra xwe lêxistiye.
 
Ji ber şertên xirap yên hewayê girseya gel parçe parçe kom dibe, piştî girse ji hemû herêmên Şengalê kom bûn, wê dest bi meşê were kirin.