Hejmara Kovara Jin a nû derket

  • 10:09 9 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jin bi hejmara 102'yemîn a bi berga 'Jibîrkirin tune ye ! Efûkirin tune ye!' derket. 
 
Kovara Jin di hejmara xwe ya 102'yemîn de cih da tiştên ku di dema erdheja 6'ê Sibata 2023'yan û piştî wê qewimîn.
 
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:
 
6'ê Sibatê: Birîneke Ku Baş Nabe! / Tulay Hatimogullari
 
Piştevaniya ji dîwaran dinizile / Rojdan Erez
 
Du koçberî dike agirek /  Aylin Karakaş
 
Semsûr ku ye ? / Zehra Yanardag
 
Di karesatan de Jin û zarokên keç /  CDP-Werger