3 hezar û 908 bang li 'Xeta Alîkariya Lezgîn a Şîdeta Malbatê' kirin

  • 19:15 2 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-TKDF’ê daxuyand ku sala 2024’an de 3 hezar û 908 bang li 'Xeta Alîkariya Lezgîn a Şîdeta Malbatê'  hatine kirin.
 
Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê (TKDF) "Rapora Dane û Analîz a Salane ya 2024’an a Xeta Xeta Şîdeta Navmalî" weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku  navbera 1’ê Çileyê 2024 û 1’ê Çileyê 2025’an de 3 hezar û 908 bang li 'Xeta Alîkariya Lezgîn a Şîdeta Malbatê' hatine kirin û ji van 404 ji Stenbolê, 118 ji Enqereyê, 80’ê ji Aydinê, 61 ji Îzmîrê hatine kirin. Ligel van bjaran bi giştî ji 63 bajaran bang hatin hatine kirin.
 
Li Stenbolê ji Umraniyê (33), Esenyurt (27), Beylikduduz (24), Başakşehîr (23), Bahçelievler (14) û Bakirkoyê jî (13) hatine kirin.
 
Ji 2007’an heta niha 96 hezar û 252 bang
 
Di raporê de hat diyar kirin ku ji 15’ê cotmeha 2007’an heta 1’ê Çileyê 2025’an ji bo  'Xeta Alîkariya Lezgîn a Şîdeta Malbatê' bi giştî 96 hezar û  252 bang hatine kirin.