Şaredariya Rezan navenda tenduristiyê vekir

  • 21:57 31 Çile 2025
  • Rojane
AMED - Şaredariya Rezan bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, navenda tenduristiyê ji nûve aktîf kir û ji xizmetê re vekir.
 
Midûriyeta Karê Tenduristiyê ya Şaredariya Rezan, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê navenda tenduristiyê ya xizmeta tenduristiyê dida ji nûve aktîf kir û ji xizmetê re vekir. Navenda bi 3 doktor û 26 xebatkarên tenduristiyê hat vekirin, bi zimanê dayikê û bêyî pere xizmetê dide.
 
Di navenda tenduristiyê de polîkîlînîk xizmetên plansaziya malbatê, şêwirmendî, ducanî, şêwirmendiya mijandinê, xizmeta şêwirmendiya diyetîsyenî, laboratuar, dermanxane, muşahade, enjeksiyona lezgîn, pansuman, xizmeta ambulsans û kontrola tenduristiya li gundan dide.
 
Her wiha li navendê wê bernameyên perwerdehiya tenduristiyê jî bên dayîn.