Kombûna Zenûbiya li dijî êrişan bang li rêxistinên mafên mirovan kir
- 12:34 20 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbya derbarê êrişên li hember berxwedêrên Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da û got: "Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku li hember karesatan demildest û bi lez tevbigerin."
Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî erişên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yê li hemberî berxwedêrên li Bendava Tişrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewlata Tirk a dagirker tu carî guh nedaye sûcên mirovî yên ku dike, rasterast êrişî bedena bendavê dike, ku eger zirar li bendavê bibe wê karesatek jîngehê û mirovî çêbibe. Her wiha kiryarên kuştina sivîlan dewam dike, di nav wan de jin û zarok jî hene, jinên ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe hêzeke mezin nîşan dan."
Kombûna Jinan a Zenûbya di daxuyaniya xwe de û sersaxî ji malbatên şehîdên re xwest û wiha dewam kir: "Em ê heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina hêzên tarî, li ser şopa şahîdan bimeşin."
Kombûna Jinan a Zenûbya têkoşîna "qehremanî ya hêzên me yên leheng di parastina xak û destkeftiyên de bi taybet Yekîneyên Parastina Jin" silav kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku li hember karesatên ku Tirkiye li herêma me pêk tîne, demildest û bi lez tevbigerin. "