Rojnameger 3 roj in binçavkirî ne
- 14:07 19 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 6 rojnamegerên 3 roj berê hatibûn binçavkirin hêj jî di bin çavan de ne.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsên dewleta tirk di 17’ê Çileyê de li Wan, Stenbol û Mêrsînê bi ser malan de girtin û gelek rojnameger binçav kirin. Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî hêj nehatine girtin. Rojnameger Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş û Welat Tekîn ev 3 roj in di binçavan de ne.