Şandeya Îmraliyê dê ji bo serdana duyemîn a Îmraliyê serlêdanê bike

  • 09:53 19 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dê roja duşemê serî li Wezareta Dadê bide. 
 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne dê roja Duşemê serî li Wezareta Dadê bide.  
 
Şandeyê di 28'ê Kanûnê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan 7 xal pêşkêş kirin. Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, bi partiyên siyasî û girtiyên siyasî Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Semra Guzel, Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mîzrakli re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku ji partiyên siyasî peyamên erênî girtine û siyasetmedarên irtî jî peyama ku ew bi Abdullah Ocalan re ne dan.