Li Şirnexê êrişên li ser Rojava hat şermezarkirin
- 15:51 18 Çile 2025
- Rojane
ŞIRNEX - TJA, DBP û DEM Partî li Şirnexê li dijî êrişên Tirkiyeyê û çeteyên giredayî wê li ser Bendava Tişrînê daxuyanî dan û qetilkirina welatiyan şermezar kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Şirnexê, li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên giredayî wê li ser bendava Tişrînê li ber avahiya DEM Partiyê ya Şirnexê daxuyanî dan. Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamenterê DEM Parti yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û saziyên sivîl ên Şirnexê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Rojava rûmeta me ye" dinivisî hat vekirin.
Di destpêkê de hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî û diyar kir ku êtişên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyyê mayên qebûlkirin û bang li dewletê kir ku êrişên xwe demildest bidin sekinandin.
Piştre Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî axivî û bi lêv kir ku li bendava Tişrînê welatiyên sivîl tên hedef girtin û wiha got: "Em êrişên li ser Rojavayê şermezar dikin û divê ew êriş bên rawestandin. Zarok û jin jî di nav de zarok tên qetilkirin. Divê dawî li van êrişan be. Heviyek mezin ji bo gelê kurd pêk hat. Heke yekîtiya kurdan ava bibe ji bo hemû gelên Rojhilata navîn wê serkeftinek be. Em careke din bang li rêyedarên Tirkiyeyê jî dikin ku dev jî Van êrişan berdin."
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyên “ bijî berxwedana rojava” bi dawî bû.