Li Mêrsînê gel dorpêça polîsan şikand: Em ê biserkevin
- 20:45 13 Çile 2025
- Rojane
MERSÎN - Li Mersînê berxwedana li dijî girtina hevşaredarên Akdenîzê û tayînkirina qeyûman didome. Parlamenterên DEM Partiyê û rêveberên navend û naçeyan serdana esnafan kirin û banga hevdîtina gel a sibê wê pêk bê kirin.
Piştî ku Hevşaredarên Akdenîzê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hikmet Bakirhan û Neslihan Oruç hatin girtin, qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Bertekên li dijî girtina hevşaredaran û qeyûman didome. Parlamenterên DEM partyê, hevserokên navend û navçeyan û gelek welatî li ber avahiya DEM partî ya Akdenîzê hatin gel hev. Welatiyan xwestin serdana esnafan bikin lê polîsan dora girseyê girt. Tevî hemû astengiyan ewlatiyan dorpêç şikandin.
Ji bo hevdîtina gel vexwedî
Piştre girseyê serdana esnafan kiri nû ji bo hevdîtina ku sibê saet di 13.00’an de bi tevlibûna hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir wê li ber avahiya şaredariyê pêk bê, bang kirin.
Piştî serdanê girseyê xwest bimeşe û di êrîşa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.