Li goristanê peyama 'Em ê hesabê bipirsin' hat dayîn
- 15:54 4 Çile 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Gorên Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr bi pêşengiya TJA'yê hatin ziyaretkirin. Di serdanê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr ên di sala 2015'an de li Sîlopiyayê di qedexeyên derketina derve de hatibûn qetilkirin bernameya bi bîr anî li dar xist. Di çarçoveya bernameyê de serdana gorên Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr hat kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, parlamenter Newroz Uysal Aslan, Dayikên Aştiyê, rêveberên bajar û navçeyên Şirnexê yên DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û gelek kes beşdarî bernameya serdanê bûn.
Di serdana Goristana Nûh a Şirnexê de parlamenter Newroz Uysal Aslan axivî û diyar kir ku ew ê armancên jinên hatine qetilkirin pêk bînin û wiha got: "Îro ev goristan ji bo me cihê bîranîna heqîqetê ye. Îro ev bîranîn bîranîna bangawaziyê ye. Hesab û şopa wan ji êş û hêrsa Sakîne, Rojbîn û Ronahî Jinên ku hatin qetilkirin di şexsê Evîn Goyî de peyamên mezin didin me. Em ê hesabê komkujiyê ji wan bipirsin. Em ê jî armanca wan pêk bînin. Rêya wan wê bibe rêya me û armanca me."
'Yekitî û serkeftinê dixwazim'
Dayika Sêvê Demîr Pakîze Demîr jî di serdana goristanê de axivî û wiha bi lêv kir: "Erdogan, me firsendek li ser tepsiyeke zêrîn pêşkêşî te kir, neavêje. Netirse û paşve gav neavêje. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Ez yekîtiyê dixwazim. Serkeftin û azadiya çar parçeyên Kurdistanê."