
ROJEVA 03'YÊ ÇILEYA 2025'AN
- 09:00 3 Çile 2025
- Rojev
* "Bi taybet rêxistinên mafên jinan û bi giştî rêxistinên mafê mirovan li herêmê li dijî vê çareseriyek nedîtin. Li aliyê din jî hikûmetê jî ji bo pêşîgirtina xweşewitandinan cezayên giran nebirîn. Qanûnên têkildar pir carî cezayên sivik pêşniyar dikin. Gumabarên tundiyê û kujer çend mehan tên girtin û piştre tên berdan, efûkirin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Ji Desteya Edîtoran a Jineolojiyê Rûşen Seydaoglû, bal kişand ser nîqaşên demên dawiyê ya îktîdarê ya li ser malbatê û got: "Ev yek berhema desthilatdariya mêr e. Îtîraza me ne li dijî prensîbên civakî ye, li hemberî ne rexnekirina pergala baviksalarî ye. Rexneya me malbatperestî ye." BI DÎMEN
*Xecê Şen qedexekirina pirtûka xwe nirxand û got, "Pirtûk ne tenê ji bo ku bê nivîsandin, ji bo şiyarkirina hişmendiyeke dîrokî heye." Xecê Şen anî ziman ku pirtûka wê ne tenê felsefe, di heman demê de peyama gerdûnî ya azadiya jinê jî hildigire. BI DÎMEN
*Hevala Fatma Ûyar a ku di 4'ê Çileya 2016'an de tevî du hevalên xwe yên siyasetmedar hat qetilkirin Elîf Uruç, bal kişand ser dilsoziya Fatma Ûyar a ji bo gelê xwe û fedakariya wê ya di vê dozê de jiyana xwe ji dest daye û got ku ew ê tu carî ji bîr nekin. Elîf Uruç got:"Di ser qetilkirina Fatma re 9 sal derbas bûn. Ji wê rojê û vir ve tu carî ji dilê me derneketiye û şehîd namirin." BI DÎMEN
*Jinên li Helebê li dijî êrişên HTŞ'ê yên li ser baweriyên cuda diyar kirin ku armanc sorkirina gelan a li hemberî hev û tunekirina gelan e û wiha gotin:"Cara yekem e ku li perçeyekî ji erdnîgariya Sûriyeyê bi saya felsefeya netewa demokratîk, jiyana azad û wekheviya di navbera ol û pêkhateyan de hatiye rûniştandin. Yek ji armanca êrişên çeteyan jî bidawîkirina vê sîstemê ye." BI DÎMEN