
Komeleya Jinan a Rosa: Jin bûn hedefa desthilatdariyê
- 09:03 2 Çile 2025
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
AMED - Komeleya Jinan a Rosa bertek nîşanê girtina produksiyona Kompanya Gizîngê Berbeyan da. Li ser navê Komeleya Jinan a Rosa Berfîn Plat axivî û got: “Em ligel şîrketa produksiyona Kompanya Gizîngê Berbeyan e. Em bang li rayedaran dikin ku demildest ji vê biryara xwe vegerin.”
Li bajarê Silêmanî ya Başurê Kurdistanê hêzên asayîşê bi ser şîrketa produksiyona Kompanya Gizîngê Berbeyan de girtin û hat girtin. Komeleya Jinan a Rosa bertek nîşanê mijarê da. Endama Komeleya Jinan a Rosa ji JINNEWS’ê re axivî.
‘Jin bûn hedefa desthilatdariyê’
Berfîn Polat diyar kir ku desthilatdarî ji hebûna jinan a di her qada jiyanê de ditirse û wiha got: “Pergalên li ser serdestiya mêr hatine avakirin seranserê dîrokê polîtîkayên şerê taybet ji bo parastina desthilatdariya xwe pêk anîne. Pêşengiya jinan di siyaset, aştî û demokrasiyê de her tim desthilatdarî tirsandiye û ji ber vê jî jin bûne hedef.”
‘Em ligel Kompanya Gizîngê Berbeyan in’
Berfîn Polat wiha dawî lê anî: “Desthilatdarî ji destkeftiyên jinan ditirsin. Ji ber vê jinan hedef digirin. Em ligel şîrketa produksiyona Kompanya Gizîngê Berbeyan in. Divê rayedar demildest ji vê biryara xwe vegerin. Li her derê Kurdistanê jin li dijî rejîmên netewperest-olperest û zayendperest berxwe didin. Jin ji bo civakek azad têkoşîna mezin didin. Têkoşîna jinan îlhamê dide jinê cîhanê. Em ligel şîrketê ne û bang dikin ku rayedar demildest ji vê biryara xwe vegerin.”