Li ser sînorê Qamişloyê berxwedan didome

  • 14:58 30 Kanûn 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Girseya ku ev 19 roj in li hemberî êrîşên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo nobedê digirin, êrîşên dewleta Tirk ên ji duh ve li ser Rojava û bandorên wan nirxand.
 
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (OSO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 19’emîn de didome.
 
Girseya ku di saetên danê nîvro de dest bi kombûnê kir, bi berdilkên spî yên bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye", "Ji şer re na", "Bîjî berxwedana Rojava" bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava. Girseya ku ji Mêrdîn û navçeyên wê nobedê digirin bi dirûşmeyên "Bîjî berxwedana Rojava" û "Jin jiyan azadî" berxwedana xwe didomînin. Her wiha girseya gel hestên xwe yên bi kilamên Kurdî tîne ziman û diyar dike ku ji bo rawestandina êrîşan wê çalakiya nobedê bidomînin.
 
Jinên beşdarî nobedê bûn di sohbeta xwe de behsa dîwarên sînor û zext û êrîşên Tirkiyeyê yên bi salan li ser Rojava û gelê Kurd kirin. “Hewl didin me ji hev biqetînin, lê nikarin me bi têlan û dîwaran ji hev biqetînin. Jinan gotin, "Eger nîvê me li vir be, nîvê me yê din li pişt vî dîwarî ye" û ji bo kesên li wir şer dikin dua kirin.
 
Çalakiya nobetê bi berxwedanê dewam dike.