'Çapemeniya azad rastiyan derdixe holê'

  • 09:03 30 Kanûn 2024
  • Rojane
 
Rozerin Gultekîn-Elfazî Toral
 
STENBOL - Jin der barê qetilkirin, krîmînalîzekirin û girtina rojnamegeran de axivîn û diyar kirin ku tevî hemû tiştî çapemeniya azad rastiyan derdixe holê û banga têkoşîna hevpra kirin.
 
Di 19’ê Kanûnê de di riya navbera bendava Tişrîn û bajaroka Sirîn de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Taştan ku nûçe dişopandin ji aliyê SÎHA’yê aydê Tirkiyeyê ve hedef hatin girtin û qetilkirin. Di 23’ê tebaxa 2024’an de Gulîstan Tara û Hêro Bahaddîn, di 4’ê cotmeha 2022’an de Nagîhan Akarsel, di 22’ê Adara 2017’an de Nujiyan Erhan, di 8’ê tebaxa 2014’an de Denîz Firat ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 salan de 13 jin 32 xebatkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin. Di 21’ê kanûnê de li Stenbolê rojnamegerên ku qetilkirian hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçvkirin û 7 jê rojnamer bi giştî 9 kes hatin binçavkirin. 
 
Rojnamegeran  û rêxistinên jinan der barê girtin û zextên li ser çapemeniya azad de nirxandin kirin.
 
‘Ji bo rastiyan veşêrin rojnamegeran krîmînalîze dikin'
 
Rojnameger Zeynep Kuray da zanîn ku desthilatdarî ji bo rastiyan veşêre rojnamegeran krîmînalîze dikin  û çapemeniya alîgir ya derewan wek heqîqet nîşan dide îxanetê li civakê dike. Zeynep Kuray wiha got: “Dema herî zor ku nûçe dihatin şopandin min Nazim nas kir. Min qedexeyên derketina derve de li Cizîrê dîtibû. Ciwanekî rûken bû. Di nava wê hovîtiyê de me nûçe çêdikir. Ji bo rastiyan binivîse canê xwe dabû pêş û hatibû wir. Wî nûçeya Dayika Taybet çêkir.Ji ber nûçe çêkir hat girtin. Heta dikarin bila rastiyê veşêrin wê tu car rastî veşartî nemînin. Wê derkevin holê.”
 
‘Yên bêdeng ne rojnameger in’
 
Zeynep Kuray got ji rojnamegerên hatine binçavikrin pirsa ‘rojnamegerên hatine qetilkirin ji KCK, PKK’ê hatine darizandin’ pirsîne û got: “Yên di çapemeniya Kurd de dixebitin gelo yek kesek heye ku ji PKK û KCK’ê nehatiye darizandin.  Neçîra pîrebokan dan destpêkirin. Divê gel vê qebûl neke. Yên nûçeyên derew çêdin îxanetê li pîşeya xwe dikin. Yên dibêjin ev ne rojnamegerin, di esasê de yên bêdeng ne rojnamegerin.Em ê heta daweî  têkoşîna xwe bidin. Binivîsin û pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin.”
 
‘Em bang li saziyên demokratîk dikin’
 
Nûçegîhana Gazeta Patîka Yadîgar Aygun diyar kir ku ew li dijî qetilkirina rojnaemgeran bêdeng namînin û wiha dirêjî dayê: “Rojnameger dema pîşeya xwe dikin her tim bi xetereyan re tên rû hev. Rojnameger li ser karê xwe tên qetiklirin. Ev sûce. Hevalên me li Fîlîstîn Sûriyeyê tên qetilkirin. Divê civak li gel me cih bigirin. Divê saziyên demokratîk ligel me cih bigirin. Divê em bi hev re têkoşîna xwe bidin. Divê em girtina rojnamegeran qebûl nekin. Divê em xwedî li mafê girtina nûçeyan derkevin.”
 
‘Kevneşopiya çapemeniya azad ya tu car naqede’
 
Endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî Jî diyar kir ku zext, girtin û qetilkirina rojnamegeran îşkenceye û wiha vegot: “Hewl didin çapemeniya azad bêdeng bikin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin qetiklirin.Her wiha rojnamegerên ev protesto kirin jî hatin girtin. Ev jî tabloya Tirkiyeyê nîşan dide. Çapemeniya azad tu car bêdeng nema. Ya ku heqîqet gîhand ber destê me çapemeniya azad bû. Ji ber vê divê em xwedî li çapemeniya azad derkevin.”
 
Endama Koordînasyona Yekitiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) Nesteren Davutoglu jî balkişand ser piştevaniyê û got zextên li ser rojnaemgeran û civakê bi armanca bêdengkirinê tên kirin û daxuyakirin ku her kes xwedî azadiya fikr û ramanê ye. Nesteren Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî van zextan piştevanî riya herî bedew a têkoşînê ye.