
ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
- 09:00 28 Kanûn 2024
- Rojev
*HPC Jin ji bo parastina taxa xwe li kêleka şervanên parastina taxê çeperan didin ava kirin. Fatme Mihemed û Şîlan Mihemed têkildarî mijarê dan zanîn ku ji bo parastina taxa xwe çi ji wan bê xwestin ew ê bikin û gotin:"Ev axa ku pakrewanên me canê xwe ji bo wê feda kirine ji dijminan re nehêlin. Dijmin carek bike em ê hezar caran bersiva wan bidin." DÎMEN HEYE
*Di sala em li pey xwe dihlêlin de mixabin ya ji jin û zarokan re ma qetilkirin û tundî bû. Zarokên winda û dozên windakirin û dozên ku gumanbar diyarin lê biryara veşariyê ne jî îsal bi awayekî zêde derkevin pêş me. PANORAMA
*Rojnamegeran diyar kirin ku ji ber neheqiyên Tirkiyeyê derdixe holê tên qetilkirin û gotin: “Em rojnamegerên ku îro hedef tên girtin her cureyê êrîşê red dikin. Rojnamegerî ne sûc e. Ya sûcdar pergala ku rojnamegeriyê hedef digire ye. Em ê têkoşîna rojnamegerên hatine qetilkirin bidomînin.” DÎMEN HEYE
* Esmer Çikmaz ya ji bo piştgiriya çalakiya nobeta li Nisêbînê sînorê Qamişlo, ji Şirnexê hat wiha got: “Behsa zilma Esad dikin. Lê bila vegerin li bodrumên Cizîrê binêrin. Li ber çavên me zarokên me şewitandin. Ji bo kesên din dibêjin kujer. Lê bila vegerin li xwe binêrin.” BI DÎMEN
*Komeleya Jinan a Rosa ji 2018’an heta tevî zextan xebatên xwe dimeşîne û ji bo jinan dibe navnîşana çareseriyê. Em dikarin bêjin ku komeleya Jinan a Rosa piştî girtina saziyên jinan ji bo hemû jinan bûye hêvî. BI DÎMEN
*Di ser komkujiya Roboskê de 13 sal derbas bû. Lê tevî evqas dem ne edalet pêk hat ne jî berpirsan komkujî qebûlkirin.
*Seroka Komeleya GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal da zanîn ku ew biryar der barê feshkirina GOÇÎZDER’ê qebûl nakin û got: “Em di navîn mijara koçberî û penaberiyê de ne. Girtina saziyek wisa wê zirarê bide mafê penaberan.” BI DÎMEN
*Jinên beşdarî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê bûn, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: "Em ê li hemberî êrîşan serî netewînin, em ê li vir bi gelê xwe re li ber xwe bidin." BI DÎMEN