
SOHR: 227 jin hatin qetilkirin
- 13:02 24 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR'ê ragihand ku ji destpêka îsal ve li Sûriyeyê 227 jin hatine qetilkirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka îsal ve 227 jin li Sûriyeyê hatine qetilkirin.
Li gorî SOHR'ê, ji 227 jinan, 82 hatine qetilkirin, 27 jin ji ber bermahiyên teqemeniyên şer, 14 jin di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, 3 jin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve û 91 jin jî di rewşên cuda de hatine qetilkirin.
SOHR'ê bi bîr xist ku sala par 241 jin hatibûn qetilkirin.