
Piştî banga dîrokî gavên divê bên avêtin: Divê pergala înfazê bê guhertin
- 09:04 3 Adar 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gavên divê bên avêtin axivî. Eren Keskîn da zanîn ku divê pergala înfazê biguhere û wiha got: “Em parêzvanên maf bi biryar in di riya aştiyê de peywira xwe bidomînin. Peywirên girîng dikevin ser milê rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan.”
Banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû cîhanê bi kelecanek mezin hat pêşwazîkirin û hemû aliyan diyar dikirn ku divê dewlet bersivê bide vê bangê û gavê bavêje. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn der barê bangê de û gavên divê bên avêtin de nirxandin kir.
‘Ji bo Kurdan tu tişt ne bi dawî ye’
Eren Keskîn diyar kir ku wek komele ji roja ava bûne têkoşîna aştiyê didin û ji salên 90’î heta niha ji bo çareseriya aştiyane û bê çek têdikoşin. Eren Keskîn wiha got: “Bi gelê Kurd ku evqas zext, bêdadî û mirin jiyane tu tiştek na bi dawî ye. Her tim despêkek e. Ev di alî demokratîkbûnê de jî wê bibe wesîleya destpêkê.Ez banga Birêz Ocalan jî di vî alî de dinirxînim. Bêyî bikaranîna çekan çareseriya prisgirêkê gelek girîng e. Piştî banga Ocalan beriya partiyên siysî NY, Emerîka û Elmanyayê daxuyanî dan. Vê jî nîşan da ku mijara Kurd çiqas mijareke navneteweyî ye. Hemû geşedanên li Kurdistanê bandorê li hev dikin. Li vê erdnîgariyê hewce bi çareseriyê û naskirina nasnameya Kurd heye. Divê dewlet vê şansê baş binirxîne.”
Gava hiqûqî ya divê bê avêtin: Guhertina pergala înfazê
Eren Keskîn daxuyakirin ku piştî banga Abdullah Ocalan û îlanikrina agirbestê ya PKK’ê gava ewil a divê bê avêtin azadbûna girtiyên siyasî ye. Eren Keskîn der barê gavên hiqûqî yên divê bên avêtin de wiha got: “Dewleta komara Tirkiyeyê ne li gorî hiqûqa xwe ne jî li gorî peymanên navneteweyî tevdigere. Divê ev pêvajo bikeve bin ewlehiya hiqûqî. Her kesê ku gotina xwe dibêje divê bikevin bin ewlehiya hiqûqî. Ji ber di pêvajoya aştiyê ya beriya vê de ev nehat kirin û her kes hat darizandin û girtin. Tirkiye li gorî peymanan tevbigeriya ji xwe wê pêvajo di bin ewlehiyê de be. Divê pergala înfazê bê guhertin.”
‘Peywir dikevin ser milê hemû kesî’
Eren Keskîn wiha dawî lê anî: “Rêxistinên sivîl, sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, her kes xwedî erkên mezin in. Weke parêzvanên mafên mirovan em bi biryar in ku hemû erkên xwe yên aştiyê bidomînin. Em ê bi kombûna Lijneya Rêveberiya Navendî biryarê bidin ka dê pêvajoya nû çawa bimeşe, lê ez bawer nakim ku tiştek ji bo me pir cuda be, ji ber ku wekî ÎHD'ê bi salan e em ji bo aştiyê têdikoşin. Divê banga herî mezin li sendîkayan bê kirin. Bidawîkirina jîngeha pevçûnê di serî de karkeran eleqedar dike. Serdestiya aştiyê tê wateya vegera nanê ku ji sifreyên karkeran hatiye dizîn. Ev pêvajoyeke ku herî zêde bandorê li jinan dike. Ji zimanê şerxwaz, serdestiya mêr, mîlîtarîst herî zêde jin zirarê dibînin. Belavbûna şîdetê wekî zimanê dewletê pêşî li jinan digire. Herî zêde pêwîstiya jinan bi aştiyê heye, ji ber divê tevgera jinan xwedî li pêvajoya aştiyê derkeve.”