Ji bo 8'ê Adarê bîsîklêt ajotin

  • 15:43 2 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - Platforma Jinan a Dicle ya Amedê û Koma Bisiklêtan a Jinan a Amedê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji 2yemîn Şaxa Egitîm-Sen ya Amedê heta Qada Şêx Seîd bîsîklêt ajotin.
 
Bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Amedê çalakiyên jinan berdewam dikin. Jinan bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dicle ya Amedê (DAKAP) û Koma Bisiklêtan a Jinan a Amedê li pêş 2emîn Şaxa Egitîm-Senê ya Amedê kom bûn û bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” berzkirin. Jinan pankarta “Biharê jî Azadiyê ji yê jin bînin” wekirin. Berî dest bi çalakiya xwe bikin li ser navê komê Hevserokê Egitîm-Senê ya Amedê Duygu Ozbay axivî û got: “Em jin li pişt daxwazê aşitiyê ne. Ji bo azadiyê em ê her tim di nav têkoşînê de bin. Banga aştiyê hebe jin jî ji bo wê bangê mezin bikin ê berxwe bidin. Em ê di 8ê Adarê de li her qadan banga jinan bilind bikin. 
 
Piştî axaftinê, Jin li pêş 2yemîn Şaxa Egitîm-Senê kom bûn û heta Qada Şêx Seîd pîsîklet ajotin. Çalakî Qada Şêx Seîd bi govenda dawî bû.